Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku di serdana wezîrên Tirkiyê ya Herêma Kurdistanê de mijara hinartina petrolê û pirsa PKK’ê jî heye.
Roja Çarşemê (09.08.2023) li ser rêya Dukan û Xelekanê li Herêma Kurdistana Îraqê di encama êrişa dronê (firoka bê firokevan) de ku tê texmîn kirin droana Trikiyê be 2 kes birîndar bûn, birîna yekî ji wan girane.
Dîndar Zêbarî Kordînatorê Pêşniyarên Navnetewî li Herêma Kurdistanê dibêje, li Herêmê ti kes ji ber baweriyên siyasî nehatîye girtin û ti rojnamevan jî ji ber sedemên rojnamevanî di girtîgehê de nînin.
Merasîma binaxkirin Hîwa Sadiqî û Saman Îbrahîmî ku du rojan berê ji ber nakokiyên navxweyî yên Komele hatibûn kuştin. Xizmên wan bi fikar in û ji Komelê daxwaza ronîkirinê dikin. Raporta Peyamnêra Dengê Amerîka li Silêmaniyê Snur Kerîm bêhtir zanyarî hene.
Cenazeyê Nûnera berê ya Kongreya Star Leman Şawêş ya ku di êrîşa drona Tirkiyê li gel Hevseroka Desteya Rêveber ya Kantona Qamişlo de giyanê xwe ji dest dabû, li Silêmaniyê hate oxirkirin.
Li deverên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, di encama şer û pevçûnên tund yên di navbera hêzên ewlekarîya rejîma Îranê û PJAK de rû didin, li gor çavkaniyên haydar leşkerekî Îranê hat kuştin hetaşer dom dike.
Balyoza Amerîka li Iraqê çar peyamên nû derbarê paşeroja herêmê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kir, dibêje "Em ji têkçûna demokrasiyê û mekanîzma yekgirtina hêzên Pêşmerge dilgiran in" û herwiha bo çareseriya kêşeyên bi hikûmeta navendî re daxwaz dike ku rêkeftin ligel Bexda bihê kirin.
Festîvala taybet ya ji bo hunera destan û xwarinên kurdî tê amade kririn li 24ê Gulanê dest pê kir û dê heta dawiya meha Gulanê berdewam bike û armanca festîvalê ew e ku piştgîrî bidin kesên destrengîn û berhemên wan biforşin û rewacê bo berhemên wan bikin. 📷: Dengê Amerîka
Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li ser operasyonên hevbeş li herêmên nakokbar bi amadebûna hêzên hevpeymaniya Navnetewî li hev kirin.
Peyvdarê Komisyona Bilind ya Hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê dibêje, wan parlamento û aliyên siyasî agahdar kirine ku ji bo amadekariyên hilbijartinan pêwîstiya wan bi 6 mehan heye.
Mizgefta Maulana Xalid li bajarê Silêmaniyê rojane xwarina meha Remezanê pêşkerşî zêdetirî 500 kes kesên hejar û kêm deramet dike. Ne tenê misilman, êzdî, xiristiyan û kemaniyên din yên netewî û olî li mizgeftê amade dibin û xwarin ji wan re tê amade kirin.
Jiber êrîşa drona Tirkiyê ya 7ê Nîsnaê li dij firokxana navnetewî ya bajarê Silêmaniyê bûye sedema aloztirbûna têkiliyên PDK û YNK û her yek yê din tawanbar dike.
Jiber Êrîşa drona Tirkîyê ya Roja 7ê Nîsanê li dij firokxana sivîl ya navnetewî, xelkê Silêmaniyê xwepêşandanek nerazîbûnê pêkanî û Tirkiyê şermezar dikin
Ev du rojin Tirkiyê biryar daye ku qada hewayî ya firîna Hêlên xwe yên Esmanî bi Firokxana Navnetewî ya Bajarê Silêmaniyê rawestandîye.
Partiyên Kurdan yên opozisyona Rejîma ku li Herêma Kurdistanê dimînin, çekdanîn û girtina baregehên xwe red dikin, û tekez dikin ku ew ê hêzên xwe "bo nava kûrahiya axa Îranê" veguhezînin eger zext li wan were kirin ku baregehên xwe yên leşkerî bigrin.
Berpirsên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê tekezê li ser çareser kirina alozî û pirsgirêkên hilawîsî di navbera hikûmeta Bexda û Hewlêrê de dikin.
Di hevpeyvîna Taybet de, Siyatevan Mela Bextiyar Endamê Encûmen Bala ya Siyasî Û Berjewendiyên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê balê dikişîne ser alozî û nakokiyên di navbera PDK û YNK de û mijarên din yên giring li Îraq û Herêmê.
Termê jina Kurd Emîne Kara, ku wek Evîn Goyî tê zanîn, ji Parîsê giheşt bajarê Silêmanî
Gundîyên devera Şarbajêr li Silêmanî di bin tirsa êrîşên berdewam yên Tirkîyê de dijîn û daxwaza sekinandina wan êrîşan dikin.
Pirtir bar ke