Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarokê Dukan di Êrîşa Dronê de Du Kes Birîndar Dibin


Drona Tirkiyê
Drona Tirkiyê

Roja Çarşemê (09.08.2023) li ser rêya Dukan û Xelekanê li Herêma Kurdistana Îraqê di encama êrişa dronê (firoka bê firokevan) de ku tê texmîn kirin droana Trikiyê be 2 kes birîndar bûn, birîna yekî ji wan girane.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re ragihand ku êrîş derdora seat 3:45 bi dema herêmî de pêk hat û tê texmînkirin ku firokeya bê firokevan ya Tirkiyê be.

Çavkanî eşkere kir û got "Yek ji wan du kesan xelkê Sûriyê ye û yê din jî xelkê Helebce yê herêma Şarezorê ye."

Êrîşên bi vî rengî yên li Herêma Kurdistanê, ku guman tê kirin ji aliyê Tirkiyê ve tên encam dan, berê jî, çend caran endamên PKKê kirine armanc, herî dawî jî di 6ê Tebaxê de bû, dema ku berpirsekî leşkerî yê PKKê li Axcelerê hatibû armanckirin.

Lê çavkaniyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Dengê Amerîka re piştrast nekir ku ew welatiyê Sûrî Kurd e yan her du birîndarên êrîşa roja Çarşemê endamên Partiya Karkerên Kurdistan PKKê bin.

Dengê Amerîka bi yek ji şahidên bûyerê re axifî ku navê wî Herdî Husên e, û şofêrê tankerê ye û êrîş li nêz wî pêkhat.

Şahid dibêje "Otomobîl li pişt min bû û ji nişka ve min dît ku agir pê ket û dengek bilind hat. Dema ez derketim min dî ku du kesên bi cilên sivîl di otombîla armanckirî de bûn."

"Min birîndarek rizgar kir, lê di dema rizgarkirina birîndarê duyemîn de em hatin bombekirin. Ez neşiyam birîndarê duyemîn rizgar bikim."

Birîndar rakirin nexweşxaneya Dukanê û hêzên parastina sivîl ji bo kontrolkirina agir çûn cihê bûyerê.

Şahidê ku ji Dengê Amerîka re axivî, niha rewşa wî baş e, lê got ku otomobîla wî zirar dîtiye.

"Yek ji birîndaran lingê xwe ji dest daye û yê din ji serî birîndar bûye, lê min nizanibû ji kuderê ne."

Dengê Amerîka çendîn caran peywendî bi Qaymeqamê qeza Dukanê re kir lê bersiv nebû.

XS
SM
MD
LG