Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Metro Center Çarenivîsa Nedîyar ya Rojnamevan Silêman Ahmed Dipirse


Silêman Ahmed, Rojnamevanê Rojnews
Silêman Ahmed, Rojnamevanê Rojnews

Serokê Navenda 'Metro Center' Rahman Xerîb li ser dîyar nemana rojnamevan Silêman Ahmed, nûçegihanê beşa Erebî ya RojNewsê, ji Dengê Amerîka re peyîvî.

Xerîb got ku gumana wan heye ku ev doz hatîye sîyasî kirin jiber ku ajansa ku rojnamevan lê kar dike, nêzîkî partîyeke sîyasî ya Kurdî ye.

"Ev kesê ku di RojNewsê de kar dike, ji alîyê Asayîşa Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, tê şopandin ku ew hizir dikin ew kes nêzîkî partîyeke Bakurê Kurdistanê ye, ji ber wê jî guman tê kirin ku ev mijar hatîye sîyasîkirin," Kordînatorê Navenda Metro Rahman Xerîb ji Dengê Amerîka re got.

Li gorî Navenda Metro, Silêman Ahmed di 1’ê Cotmeha 2023’yan de ji bo beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, serdana malbata xwe li Helebê kiriye. Ew di 25’ê Mijdara 2023’yan de vegerîya Herêma Kurdistanê, lê dema vegerîya pêwendîya malbata wî bi wî re qut bûye.

Rêvebirîya Asayîşa Duhokê di daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên wan kadroyekî PKK’ê yê bi navê Silêman Ahmed girtîye ku jiber karên nepênî û neqanûnî jibo PKK’ê encam didan.

Lê, Rêveberîya Giştî ya Asayîşa Duhokê pêşwext ji Dengê Amerîka re gotibû ku ew rojnamevan ji alîyê wan ve nehatiye girtin û haya me ji girtina wî nîne.

Metro Center di daxuyanîyekê de dibêj ku derbarê vê mijarê de wan pêwendî bi dayika Silêman Sultan Ahmed re kir.

“Kurê min jibo vegere ser karê xwe ji mal derket lê telefona wî li Fîşxabûrê qut bû. Ev 5 sal in kurê min bê pirsgirêk li Herêma Kurdistanê kar dike. Em daxwaz dikin ku çarenivîsa wî were zanîn," Sultan Ahmed got.

Bo bidest xistina zêdetir pêzanînan derbarê dosya Silêman Ahmed Dengê Amerîka pêwendî ligel berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî û Cîgirê Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Kurdistanê Azad Hemedemîn kir, lê her duyan jî got ku haya wan ji wê bûyerê tuneye.

XS
SM
MD
LG