Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Îran û PJAK'ê de Rûbirûbûnek Tund Qewimî


Hêzên Çekdar Yên PJAKê
Hêzên Çekdar Yên PJAKê

Li deverên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de, di encama şer û pevçûnên tund yên di navbera hêzên ewlekarîya rejîma Îranê û PJAK de rû didin, li gor çavkaniyên haydar leşkerekî Îranê hat kuştin hetaşer dom dike.

Şer di demekê de çêbû ku Îranê hêzeke mezin anîbû ser sînor û baregehên leşkerî ava kiribûn. Lê hêzên PJAK’ê rê li wan girt û şer derket û di encamê de leşkerekî Îranê hat kuştin.

Peyvdarê Rêxistina Hangaw Erselan Yar Ehmedî ji Dengê Amerîka re got: "Şer ji doh de dest pê kirîye û serbazekî Îranî hat kuştin. Pevçûn îro demjimêr 12 nîvro (li gor dema Hewlêrê) dîsa dest pê kir û Îran bi rêya firokeyên bêpîlot sînoran topbaran dike. Bo wê armancê sod ji dronên xwekuj werdigire"

"Îranê bi hêzên xwe re grader, kepçe û alavên çêkirina rêyan anîne. Dixwaze rêyên nû li çiyayan çêbike û çeperên nû li ser bilindiyan ava bike, PJAKê rê neda wan ku rêyan çêkin, lewma şer derketiye. Îranê ji sînorên Pîranşehir, Bane û Serdeştê zêdetir hêz anîne, bi taybet ji Merîwanê hêzên mezin tevî alavên leşkerî û zirxî bi xwe re anîne."

Ev yek di demekê de pêktê, ku Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Sêşemê 13ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, ku "Her çende ku li hember dewleta Îranê em di rewşeke bêçalakî dane, lê êrîşên dagîrkerên Îranî bi şêweyên cûda bo ser hêzên me dom dikin. Ji encama pevçûnên de serbazekê Îranî hate kuştin û heta niha hêzên me ti ziyanek nedîtî ye."

Dengê Amerîka ji bo piştrast kirinê û zanyariyên zêdetir têkilî bi rêxistinên PJAKê re danî, endamekê wê partiyê ku nexwest navê wî eşkere bibe, zanyarî piştrast kirin û got"Şer berdewam dike."

XS
SM
MD
LG