Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jêderek Bo VOA: 4 Birîndarên Êrîşa Tirkîyê ya Ser Ranya Anîn Silêmaniyê


Şervanên Jin yên PKK'ê
Şervanên Jin yên PKK'ê

Qurbaniyên êrîşa firokeya bê firokevan ya îro Duşemê danê sibê li Ranya ya Herêma Kurdistana Îraqê gihîşt 4 kesan ku 2 jin û 2 zilam in, her çar birîndar in û birîna duyan giran e, li Silêmaniyê tên dermankirin.

Îro Duşemê dewrûberê demjimêr 11:00 sibê 6ê Mijdarê dronên Tirkiyê li gundê Buskenî yê navçeya Ranyayê êrîş pêkanî.

Dengê Amerîka yekser piştî bûyerê pêwendî bi berdevkê Asayîşa Ranya Îbrahîm Emîn re kir, lê wî got, "em lêkolînê li ser bûyerê dikin û heta niha ti zanyarî li cem me nînin."

Dije-Terora Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di encama êrişa dronên Tirkiyê de li herêma Ranya 2 çekdarên PKKê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Lê çend jêderên agehdar, di nav de nexweşxaneya ku birîndar lê tên dermankirin, ew zanyariyên dije-terorê red kirin û tekez kirin, ku di wê êrişê de ti kes nehatiye kuştin, lê çar qurbanî hene û her çar jî birîndar in.

Çavkaniyekî ji hêzên ewlekariya Silêmaniyê ku nav li cem Dengê Amerîka parastî ye, piştrast kir ku heta niha kesek ji birîndaran jiyana xwe ji dest neda ye.

Kesekî nêzî 2 birîndaran ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got ku 2 birîndar ji wan jin in her du endamên PKKê ne.
Çavkaniyê got "Ew şevê di maleke Ranya de man bûn. Piştî ku ji malê derketin û bi rê ketin, dema dimeşiyan bûn armanca êrîşa drona Tirkîyê."

Hat ragihandin ku di bûyerê de ji bilî wan her du jinan, 2 welatiyên din yên rûniştvanên gund jî birîndar bûne ku yek ji wan di dema bûyerê de, di otomobîlekê de bû û yê din jî xwediyê supermarketê ye, dema ber deriyê dukana xwe paji dikir birîndar bûye.

XS
SM
MD
LG