Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Amerîka Çar Peyamên Nû Dide Herêma Kurdistanê


Balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowski çar peyamên nû yên derbarê paşeroja herêmê de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirin.

"Em ji têkçûna demokrasîyê û mekanîzma yekgirtina hêzên Pêşmerge dilgiran in û divê rêketin ligel Bexda were kirin.”

Romanowski bi amadebûna Irvin Hicks Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel çend rojnamevanan ragihand ku Amerîka ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê dilgiran e û wan dilgiranîyên xwe bi civînên bi rêberên partîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanî bi eşkere anîne ziman.

Her wiha wan di wan civînan de daxwaz jiberpirsên partîyan kirine ku kirin jibo çareserkirina kêşeyên bi hikûmeta navendî re û hewldana yekgirtina navxweyî ya alîyên sîyasî li Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re lihevkirinek were.

"Yek ji mijarên ku em gotûbêj dikin paşketina demokrasîyê li Herêma Kurdistanê ye ku di van salên dawî de ber bi rewşeke xirab ve çûye. Me danûstandinên cidî hebûne di warê azadîya rojnamegerîyê de, mafên mirov û wan tundûtûjîyên li ser bingeha cênderîyê rû didin. Em han didîn ku alîyên sîyasî li hev bikin û bi dîyalogê bigihin çareserîyê."

Mijara yekkirina hêzên Pêşmerge, ku yek ji pirsên hilawîstî di navbera YNK û PDKê de ye, her çende, ku çendîn caran Amerîka zext li wan kirîye ku bibin yek, lê heta niha ev biryar bi tevahî nehatîye cîh kirin.

"Amerîka ji çaksazîyên di proseya yekxistina hêzên Pêşmerge de nerazî ye. Lê, emê li ser handan û danûstandina ligel Wezareta Pêşmerge jibo pêkanîna armancên reform û yekxistina hêzên Pêşmerge berdewam dibîn."

Nakokîyên navbera YNK û PDKê li Herêma Kurdistanê ji alîyekî ve û kêşeyên ligel Îraqê mijareke dinê ya civînê bûn û Balyoza Amerîkayê pêgirî li ser yekrêzî û rêketina hevbeş di navbera wan de kir.

"Em hewildanên cidî dikin ku dîyaloga navbera alîyên sîyasî yên Kurdistan û Îraqê serketî bin, ne tenê jiber sedemên aborî û dabeşkirina zelal ya dahatê, lê jibo aramîya herêmê jî."

Romanowski bal kişand ku peywendîyên wan yên bi Herêma Kurdistana Îraqê re hê jî stratejîk û ew hevpara wan e.

“Tevî pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, nearamîya sîyasî û nîgeranîyên Washingtonê, lê Herêma Kurdistanê weke hevkareke stratejîk ya Amerîka ya girîng e.”

Romanowski îşaret bi wê yekê jî da ku Amerîka dê di demek nêzîk de dest bi sermayeguzarîyê li Herêma Kurdistanê bike.

“Amerîka dixwaze giringîyê bi sermayeguzarîyê û karsazîya li Herêma Kurdistanê bide û jibo wê mebestê jî di demeke nêzîk de tîmeke bazirganîyê ya bilind ya Amerîkayê wê serdana Herêma Kurdistanê bike.”

XS
SM
MD
LG