Berdevkê Koma Civakên Kurdistan (KCK) ji Dengê Amerîka re ragihand ku hejmareke zêde ya leşkerên Tirk û hêzên taybet bi çekên giran û di bin çavdêriya firokan de bi rîya devera Kanî Masê ya parêzgeha Duhokê hatine Herêma Kurdistanê.
Zagros Hîwa, Berdevkê KCK'ê, îro Sêşemê got, "Pêr bi şev karwaneke mezin ji zêdetirî 1000 leşkerên Tirkiyê û hêzên operasyonên taybet bi çavdêriya firoke û dronan di deriyê sînorî yê Serzêrî re, derbasî nav axa Herêma Kurdistanê bûn."
"Ji 16'ê Nîsanê û vir ve li herêmên wek Çiyayê Metîna, Şêladizê, Çarçal û Gulka, Tirkîyê dest bi operasyona dagîrkirinê kiriye. Di navbera gerîlayên Azadîya Kurdistanê û artêşa dagirker de gelek pevçûnên dijwar rû didin û dom dikin. armanca hatina wan hêzan berfirehkirin û tundkirina operasyona ser çiyayê Metîna ye," Zagros dîyar kir.
Dengê Amerîka peywendî bi berdevkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge re kir, lê ti agahî nehatin bidest xistin.
Artêşa Tirkîyê jî ti daxuyanî derbarê van pêşketinan nedaye.
Li gor rêxistina CPT’ê, Tirkîyê ji Kanûna 2017’an heta Nîsana 2022’an ve li Herêma Kurdistanê nêzîkî 64 bingehên leşkerî bi kûrahiya 40 kîlometre heta 12 kîlometreyan ava kirine.
Li gor raportê û daneyên rêxistina CPT'ê, tenê di sala 2023'an de Tirkiyê 1,548 caran herêmên sînor yên bombaran kirine.
Êrîşên ku hatine kirin bi rêya dronan, firoke û topbaranan bûn, di 4 mehên destpêkê yên îsal de 8 sivîl li wê herêmê bi çekên Tirkîyê hatine kuştin.
Tirkîyê di rojên dawî de bi domdarî navçeyên sînorî bombebaran, bi behaneya ku endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wir hene.
Êrîşên Tirkîyê ne tenê li navçeyên sînorî û Herêma Kurdistnaê hene, lê ew gefa berfirehkirina operasyonan li Herêma Kurdistanê û Rojava (Herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê) jî dixwe.
Zagros Hîwa got, "Li gor pêzanînên ku ketine destê me, hêzên Tirkîyê alavên çekên kîmyayî û pisporên çêkirin û bikaranîna çekên kîmyayî bi xwe re anîne da ku li dijî şikeft û tunelên gerîlayan bikar bînin."
Dengê Amerîka nikare van agahîyan bi awayekî serbixwe piştrast bike.