Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Îran bi Behaneya Hebûna Bingehên Mosadê Cardî Êrişî Herêma Kurdistanê Dike?


Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê
Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê

Li gorî çendîn kenalên medyaya Îranê, îhtimala êrişa Îranê bi behaneya hebûna baregeh û bingehên Mosadê li Herêma Kurdistanê heye, lê berpirsên Herêma Kurdistanê red dikin ku îhtîmala êrîşeke weha hebe.

Telegraph û Iran International roja Înê ragihandin ku Serokê hilbijartî yê Îranê Mesûd Pizîşkîyan pêşniyar kiriye ku li şûna êrîşkirina ser Tel Avîvê, baregehên Mossad yên Îsraîlê li Herêma Kurdistanê yan Azerbaycanê bikin armanc, lê nûnerê Herêma Kurdistanê li Îranê vê yekê red dike û dibêje têkiliyên Îranê niha bi herêmê re xurt in, "êrîşeke weha dûre ji rastiyê".

Nazim Debax, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê ji Dengê Amerîka re got, "Ez bawer nakim Îran di vê demê de êrişî Herêma Kurdistanê bike, bi taybetî di vê qonaxê de, tenê eger dojmin duberiyê bixin navbera Îran û Herêma Kurdistanê."

Herwaha got, "Ez bawer nakim piştî serdana serokatiya herêma Kurdistanê bo Tehranê peywendî careke din aloz bibin."

Îhtîmala êrîşeke Îranê bo ser Herêma Kurdistanê derket holkê ji roja 31ê Tîrmehê ve, piştî ku Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye li Tehranê hat kuştin, ku hat gotin êrîşa Îsraîlê ji Herêma Kurdistanê hatîye kirin.

Li gorî çavkaniyeke payebilind yê Îranê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, guman tê kirin ku êrîş bi dronê hatibe kirin, ku tê îdiakirin ji aliyê Îsraîlê ve li Herêma Kurdistanê bi qaçaxî derbasî Îranê tên kirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê roja 1ê meha Tebaxê ji Dengê Amerîka re got "Dijminên kurdan dixwazin kurdan an jî partiyan tevlî her bûyerekê bikin." Piştî 9 rojan ji vê nûçeyê, mijara êrîş û destwerdana Herêma Kurdistanê careke din di rojeva medyaya Îranê de ye.

Raporta Silêmaniyê Egere Êrîşeke Îranê bo Ser Herêma Kurdistanê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00
XS
SM
MD
LG