Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Duhokê Rojnamevan Silêman Ehmed Bi Sê Sal Zindan Ceza Kir


Rojnamevan Silêman Ehmed
Rojnamevan Silêman Ehmed

Rojnamevan Silêman Ehmed piştî ku 9 mehan ji aliyê asayîşa Duhokê ve hatibû girtin, roja Duşemê ji aliyê dadgeha Duhokê ve bi 3 sal zîndan hat cezakirin.

Parêzerê wî ji Dengê Amerîka re got ku ev biryar li ser heman maddeyê ye ku ceza li girtiyên Badînan hatiye birîn û ew dê li ser biryarê pêdaçûnê bikin.

Beşdar Hesen, parêzerê Silêman Ehmed ji Dengê Amerîka re got: “Silêman li gorî madeya 1’ê ya yasaya jimare 21 a sala 2003’an ku têkildarî têkdana ewlekariya navxweyî ye, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

“Tevî ku begeyên pêwîst hatin pêşkêşkirin ku Silêman ne sûcdar e û tiştek li dijî wî nehat bicihkirin, lê dadgehê biryar da. Silêman di dadgehê de berevaniya xwe kir û sîxuriya partiyeke siyasî red kir, lê ceza nehat guhertin.”

Silêman Ehmed rojnamevanê beşa Erebî ya Rojnewsê ye û li Herêma Kurdistanê dijî. Di 25ê Cotmeha 2013an de dema ji Rojava vedigeriya Herêma Kurdistanê, hat girtin. Piştî 5 rojan, asayîşa Duhokê Silêman Ehmedî bi sîxuriya PKKê tohmetbar kir.

Lê parêzerê wî dibêje, ew tekez dikin ku rojnamevan bêguneh e û "li ser vê bingehê emê hefteya bê pêdaçûna biryarê bikin. Li gorî min divê cezayê wî were kêmkirin an jî bi tevahî were rakirin."

Hewldanên Dengê Amerîka ku xwe bigihîne Dadgeha Tawanan a Duhokê û Sendîkaya Rojnamevanên Duhokê bê encam man.

Sendîkaya Rojnamevanên Silêmaniyê daxwaza pêdaçûna biryarê dike.

Derbarê dosyeya vî rojnamevanî de, gelek caran rêxistinên azadiya çapemeniyê û parêzerên rojnamevanan daxuyaniyên nerazîbûnê belav kirine û daxwaza berdana wî kirine.

Di 25ê Hezîranê de Komîteya Parastina Rojnamevanan a Amerîkayê (CPJ) bi daxuyaniyekê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku “bê şert û merc û demildest Silêman Ehmed azad bike.

XS
SM
MD
LG