Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Wedad Husên: Di Salvegera Kuştina Birayê Min de Em Rastî Heqaret û Binpêkirinan Hatin


Widad Hussain Ali
Widad Hussain Ali

Semed Husên, birayê rojnamevanê kuştî Wedad Husên dibêje ku li Duhok rê li wan hatiye girtin ku ew di salvegera 8an ya kuştina Wedad de serdana gora wî bikin.

"Me xwest em di 8 saliya wî de biçin ser gora Wedad, lê gelek hêzên ewlehiyê anîn goristanê û nehiştin em biçin ser gora birayê min û destê min birîndar kirin," Semed got.

"Îsal ji par gelekî cudatir bû, şîdet û heqaretê li me hat kirin. Welatiyên ku ti têkiliya wan bi me re tine bû, ku ji bo ser gorên xizmên xwe hatbûn, lê dîsan heqaret li wan jî hat kirin. Me ti carî tiştekî weha li Duhokê nedîtîye," Wî got.

Rojnamevanê Ajansa Roj News li Duhokê Wedad Husên berî 8 salan di 13ê Tebaxa 2016an de ji aliyê du trimbîlan ve hatbû revandin, piştre bi birîndarî û îşkencekirî hat dîtin û hat veguhastin bû nexweşxanê lê bi rengekî gumanbar jiyana xwe li nexwexşanê ji dest da.

Her sal bîranîna rojnamevanên li herêma Kurdistanê tên kuştin, li Ewrupa û ciyên din tên bîranîn.

Di bîranîna 8an ya kuştina rojnamevan Wedad Husên de, Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamegeran (MCJR) li Silêmaniyê di daxuyaniyekê da û kuştina rojnamevanan hat şermezar kirin.

Metro dibêje 'Di ser kuştina Wedad re 8 sal derbas"
bûn, lê hêjî plandanerên terorkirina rojnamevanan di parastîne û di nêv me de bi azadî dijîn.

Dengê Amerîka çend caran peywendî bi rêvebirê asayîşa Duhokê Zêrevan Baroşkî kir, lê heta amadekirina vê raportê ti bersivek ji alîyên peywendîdar û hikûmeta herêma Kurdistanê ve nehat dayîn.

Li gor hin kanalên medya xwecihî, roja Sêşemê dîsa girtiyekî xelkê Badînanê li Duhokê car dî hat girtin, lê piştî çend demjimêrên binçavkirinê, hat berdan.

Kesê ku hatbû binçavkirin Omîd Beroşkî bû, hin hevkarên Omîd û çalakvanên Duhok got “Rast e pêşî li wan hat girtin û Omîd Beroşkî hat girtin.”

bîranîna 8an ya Terorkirina Wedad Husên.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:18 0:00
XS
SM
MD
LG