Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Girtîyên Doza Şêladizê li Zîndaneke Hewlêr Dikevin Greva Birçîbûnê


Arşîv: Beşekî xwepêşandanê li bajarê Duhok
Arşîv: Beşekî xwepêşandanê li bajarê Duhok

Hijmarek ji xwepêşander, rojnamean û çalakvanên Badînan hêşta di zîndanên asayîşa giştî ya Hewlêrê de dimînin û hêjî nehatine dadgehkirin, 5 ji wan girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirine, bi armanca ku çareseriyek ji doza wan re bihê dîtin, girtiyan biryar daye heta ku pirsa wan neyê çareser kirin ew çalakiya gireva birçîbûnê bidomînin.

Yek ji wan zîndanîyan bi navê Kovan Tariq rewşa wî xerabe û ji hişê xwe diçe û wesyetnama xwe nivêsaye û daye destê birayê xwe, ku vê dawiyê seredana wan kirîye, li zîndana asayîşa Hewlêrê.

Nêçîrvan Tariq birayê Kovanî yê rewşa wî xerab ji dengê Amerîkara axivî û got dema em çûne serdana wan birastî wextê me ew di wî wezîda dîtî bo me gelek nexweş bo yanî yêt welêhatîn bêserûber bûne, bê hed û hisab çi bo nahêt gotin dê bêjî eve ne ew mirovin yên berî niha."

Zîndanîyên Şêladizê, salek û 4 mehin bê ku bihên dadgehkirin di zindankirîne û tevî çendîn zîndanîyên din yên Badînan li asayîşa giştî ya Hewlêrê dimînin û ta niha çarenivîsê wan ne dîyare, weke berevankarên mafên microvan dibêjin ku ev yek dijî binemayên dîmokrasî û mafê mirov û yasa nêv dewletîye, herwiha derheqî wan de di zîndanê gelek binpêkirin li dijî wan hatîne encamdan her wek malbatên wan dibêjin.

Ayhan Seîd parêzer û nûnerê zîndanîyên Badînan daxweyanîyek bo raya giştî belavkirîye û têda daxwaz kirîye ku bi zûtirîn dem dive zîndanî parêzerên xwe bibînin û roja dadgehkirina wan bê zelalkirin.

Dîsan daxwaz ji raya giştî û medya û dawakarê giştî û destilata dadwerî û hemî layenan û Netewên Yekbûyî (YN), desteya mafê mirov û nûnerên welatan li herêma Kurdistanê û rêxistinên cîhanî kirîye ku kar bo dîmokrasî û mafê azadîyê bikin jiber ku ev zîndanîye li ser rayên ciyawaz û xebata medenî hatîne girtin û sizadan.

Parêzer Ayhan Seîd got "li gor usolên mehkema cezayî divê wan parêzer hebin ku heta bikûjan jî pêwîste parêzer hebin, lê mixabin mafî nadene van parêzer hebin".

Ji hejî bîrxistinê ye ku ew 5 zîndanîyên Şêladizê evin: Mehmûd Nacî Sedîq, Kovan Tariq Cibrayîl, Yosif Şerîf Îbrahîm, Emced Yosif Mistefa, Nêçîrvan Bedel Hacî.

Ew zîndanî di li cih û di demên ciyawaz de ji 12-19-2020 hatine girtin û heta îro nehatine dadgeh kirin.

Raporta Duhok 14 04 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG