Di Doza Badînanê de du bizavkarên girtî Mesûd Şengalî û Şervan Taha îro Çarşemê hatin berdan.
Şengalî û Taha bi xala 1-21-2003 hatibûn zindan kirin ku ew jî wek xala têkdana asayîşa netewî tê zanîn û her yek ji wan bi 3 sal û 6 mehan hatibûn hikûmdan.
Piştî tora parêzerên berevanîkirinê ji doza girtîyên Badînan daxwaza pêdaçûnê kir û bizav kirin ku madeya wan were guhertin.
Dadgeha Temyîzê daxwaza wan bi cîh kir û her yek ji wan bi 2 salan hatin zîndan kirin û bi madeya 332 ya efracê hatin azad kirin.
Biryara azadkirina wan derçûye û parêzeran daye destê malbatên wan û li ber e ew roja Îro werin berdan, piştî her yek ji wan salek û 6 mehvan li zîndanê hatin girtin.
Tora parêzerên zindanîyên Badînan her yek ji Remezan Ertûsî û Rêving Yasîn preskonferansek li dadgeha Duhokê encam da.
Yasîn di bersîva yek ji pirsên Dengê Amerîka de aya çarenivîsê wan 5 zîndanîyên Şêladizê yên di çalakîyê xwebirçîkirinê de ne çi ye, got ku wan daxwaz ji me nekirîye ku em berevanîyê ji wan re bikin.
Hêjayî balkişandinê ye ku 5 bizavkarên Şêladizê ev salek û 4 meh in ku bê dadgehkirinê li zîndanê têne girtin û herwiha hîn hejmareke pir ji rojnamevan û çalakvanên Badînanê li zîndana asayîşa Hewlêrê ne li benda dîyarkirina roja dadgehkirinê ne.