Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

5 Çalakvanên Badînan li Zîndaneke Hewlêrê Dest bi Greva Birçîbûnê Dikin


Çalakvanên Badînan di Xwepêşandanekê de
Çalakvanên Badînan di Xwepêşandanekê de

Doza çalakvanên parêzgeha Duhok ku weke çalakvanên Badînan tên nasîn, di rojeva siyasî û mafên mirov ya Herêma Kurdistana Îraqê de ye.

Berî salekê di demên cûda de 10an çalakvan bi sedemên cûda ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve hatine girtin û tawanbar kirin.

Hejmarek ji wan hatine dadgeh kirin, hin jî hatine azad kirin û hejmarek din hêjî girtîne û nehatine dadgeh kirin.

Ev salek derbas bû, lê hêjî 5 ji girtiyên bûyera Şêladizê di girtîgeha Ewlekariya Giştî ya bajarê Hewlêrê de di girtîne û ketine di gireva birçîbûnê da. Û heta niha nehatine dadgeh kirin û nikarîne hevdîtinan li gel parêzer û malbatên xwe encam bidin.

Daxuyaniyek li ser navê girtiyan di mediya civakî de hatiye weşandin, wek di daxuyanîya wan da hatî, ku bi rêya nûnerê girtiyên Badînan û parêzer Ayhan Seid hatiye weşandin, bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirov û Netewên Yekbûyê tê kirin ku li hewara wan herin û çarekê bibîn, daxuyanî dibêje, "bo raya giştî û NY-UN rêkxirawên nafxwe û cîhanî yên mafê mirov, mîdyakar, perlemantar, layenên sîyasî, û gişt xelkê Kurdistanê firyaman bikewin doxman zor xirabe."

Her di heman daxuyaniyê da bang dikin ku bi zotirîn dem parêzerên xwe bibînin û dadgeha wan bê kirin û wan veguhêzin çaksazîya mezinan çi li Hewler yan jî li Duhok. Dîsan daxwaz ji Netewên Yekbûy û UNAMI kirine ku haydarî rewşa wan bibin di zîndanê da.

Derbarê doza girtina 5 çalakvanên Şêladizê nûnerê girtiyan Ayhan Seaid ku di heman demê de birayê yek ji girtîyan e, ji Dengê Amerîka re axifî.

"Mixabin berevajî hemî yasayên karpêkirî yên Îraqê û Herêma Kurdistanê, komele çalakvanên Şêladizê li zindanê ne, rê nadin wan ku parêzer hebin ku eve dijî rêbaza dadgehên cezayê ye."

Yûsif Şerîf yek ji girtiyan e, dema hatî desteser kirin jîyê wî 18 sal bûn, weke birayê wî bo Dengê Amerîka diaxive.

"Navê birayê min Yûsife, 9ê meha 12, 2020 ê yê hatiye desteser kirin, eve saleke yê girtî bê ku hîç mehkemekê bikin yan bêjin tu li ser vî tiştî hatiye girtin. Birayê min herî biçûk girtîye û ligel wan girtiyan yên şoxulê muxederî (narkotîk) û kuştinê dikin li zîndanê ye."

Hêjayî bîrxistinê ye ku nasnama her 5 girtiyan weha ye: Mehmûd Nacî, Yûsif Şerîf, Emced Yûsif, Nêçîrvan Bediî û Guhdar Zêbarî. Di nava wan 5 kesan de tenê Guhdar Zêbarî hatiye dadgeh kirin û ew veguhastiye girtîgeha çaksaziya Akrê.

Raporta Duhok 01 12 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG