Rêveberê Firokexaneya Silêmaniyê dibêje, Tirkiyê ji wan re gotiye ku qedexeya geştên esmanî bo firokexaneya Silêmaniyê 6 mehên din hatiye dirêjkirin.
Rêvebirê Firokexaneya Silêmaniyê Henderîn Hiwa ji Dengê Amerîka re got: "Şeva borî di e-mailekê de em hatin agahdarkirin ku geştên firokeyên Tirkiyê bo Silêmaniyê 6 mehên din, heta 7ê Kanûna Yekem hat dirêjkirin, bê ku sedem û horgiliyên biryarê behis bike."
Henderîn got, "Ziyana biryarê mezin e, me qonax bi qonax lêkolîn kirîye, lê heta wex tê emê datayên ziyanan biweşînin."
Li aliyek din kompaniyên ehlî û ofîsên geştiyariyê dibêjin di dema salekê de ya qedexeya ser firokxaneyê ji aliyê Tirkîyê de 8 mîlyon dolar zarar gihaye wan.
Di 03.04.2023ê de berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê bi fermî qedexe danî bû ser geştên esmanî bo firokxaneya Silêmaniyê.
Behaneya Tirkiyê ewe ku, hebûn û çalakiyên zêde yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Silêmaniyê ye û çendîn car tekezî li ser vê yekê kiriye û bi awayekî eşkere berpirsên Tirkiyê jî bi vê minasebetê gef li YNK û rayedarên wê navçeyê kirine.