Chalak Events, rojên sînemayê di bin navê “ChalaKINO” de li bajarê Wanê pêkanî. Di çalakîyan de hem film hatin nîşandan hem jî bernameyên gotûbêjên ligel derhênerên fîlman hatin lidar xistin.
Îro Sêşemê hêzên ewlekarîya Tirkîyê li bajerokên Şemzînan, Gever û Çela Colemêrgê girtin ser çend malan û di encama operasyonê de nêzî 30 kes desteser kirin.
Piştî kirîza aborîya ya li Tirkîyê bankan rêjeya krêdîyan daxist. Êdî banka herî zêde 70 hezar TL krêdî dide. Ev yek herî zêde bazirgana dixe rewşek nebaş û ew neçar dimînin ku ji faîzkar ku bi tîrkî wek tefecî tên binav kirin, pere werdigirin û bi faîzek mezin deynexê paşve didin.
Doh Sêşemê rûniştina doza şewitandina malbata Kurd ku wek ‘Komkujîya Vartînîsê’ tê zanîn û ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bûn kuştin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Kirikkaleyê pêk hat.
Chalak Events, di bin navê “ChalaKINO” de dê roja Şemîyê li bajarê Wanê çalakîya xwe ya rojên fîlman pêk bîne.
Masîyên navdar yê Behra Wanê jiber hişkatîyê û bendavan nikarin mîna her sal koça xwe ya ber bi çem û rûbaran. Bi kêmbûna avê hin têjikên masîyan jî li çemê Behdîmahîya bajarokê Begirîya Wanê asê mane û nikarin xwe bigihînin Behra Wanê.
Penaberê Kurd Abdulhekîm Ekşîyok meha borî di encama rûdanek tirafîkekê de li New Yorkê canê xwe ji dest dabû û bi alîkarîya xêrxwazên wê derê termê ciwanê Kurd bo malbata wî ya li bajarokê Bazîda Agirîyê hatibû şandin.
Bi pêşengîya Rêxistina Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)a Wanê, salvegera 11an, ya rizgarkirina Kobanê û Bakur û Rojhitatê Surîyê, hat pîroz kirin. Pîrozbahî li baxçê partîyê bi panelekê hat li darxistin û piştre jî govend û şahî hatin kirin.
Li bajarokê Bazîda Agirîyê ji alîyê kompanîya Dosso Dosî yê ve mihrîcana muzîkê ya duyan, bi coşek mezin pêk hat. Mîna sala borî dîsa mîhrîcan li qontarê çîyayê Agirîyê li stadyûma fotbolê ya Bazîdê pêk hat û hezaran kes bi çoşek mezin beştarbûn.
Li bajarokê Bazîda Agirîyê ji alîyê kompanîya Dosso Dosî yê ve festîvala muzîkê ya duyan, bi coşek mezin pêk hat. Mina sala borî dîsa mîhrîcan li qontarê çîyayê Agirîyê li stadyûma fotbolê ya Bazîdê pêk hat û hezaran kes bi çoşek mezin beştarbûn.
Sîyabend û Samet Guler du zarokên meyvan yên behremend in ku dibêjin ew di rêça mîrê sazbendîya Kurdî Egîdê Cimo dimeşin.
Bîrkan Çelîk ev 30 sal e wênekêşe û çavkanîya berhemên wî jî heremea Serhedê ne. Ew vê carê jî ji bo kişandina wêneyên Girava Axtamarayê hat Wanê û bû mehvanê Pêyamnêrê Dengê Amerîka Arîf Aslan.
Bi boneya cejna qurbanê hejmarek zêde ya geştiyaran, serdana Gola Çalyanê kir. Gol di nava çîyayên bilind de li ser sînorê navbera bajarên Wan û Şirnexê de ye. Gola Çalyanê ji deryayê 3 hezar metre bilind e, derdora wê her tim qevîyên berfê hene.
Warê Qeqlîbaz û Wênekêşan: Girava Axtamarayê Girava Axtamarayê ku bi xweşîkbûna xwe û dîroka xwe ya qedîm mehvandarîya gelek desthilatên Eremnîya kirîye, niha bo qeqlîbazan û wênekêşan bûye war.
Serokê Rêxistina Rojnamevanên Betlîsê Sînan Aygûl, ku roja înê rastî êrîşa 2 parêzvanên Bajarvanê Tatwanê Mehmet Emîn Geylanî hatibû, bo dengê Amerîka axift û behsê wê rojê kir.
Pirtir bar ke