Do Yekşemê çar çîyager ketin nav qeşayên ser Çîyayê Reşko yê Colemêrgê ku li wê herêmê mîna kevîpîr tên zanîn. Du ji wan ji alîyê hin çîyagerên din ve hatin rizgar kirin, lê heta niha çarenivîsa her du çîyagerên din ne dîyar e.
Çîyayê Reşko yek jî çîyayên di nav rêze Çîyayên Cîlo de cîh digire ku bi Tîrkî jê re dibêjin Uludoruk. Ew 4,135 metre bilind e û her sal hejmareke zêde ya çîyager bo dîtina vî çîyayî û buzên ser nizarên çîyayan serdana wê herêmê dikin.
Walîtîya Hekarî bi daxuyanîyeke nivîskî got ku ji nav koma çîyageran ya 18 kesî 4 çîyager ketin nava kevîpîran û 2 ji wan hatine filitandin û jibo rizgarkirina du kesên din xebat didomin.
Hat zanîn ku ew her du kes ji alîyê Kluba Sporê ya Vadî Doga ve hatine rizgar kirin. Serokê klubê Omer Demez ji Dengê Amerîka re got ku dema wan bo vegerê xwe amade dikir, bihîstin ku 4 kes ji tîmeke din ketine nav kevîpîran û ew bi hawaran wan ve çûn.
“Em ligel tîma xwe ya rizgarkirinê çûn cîhê bûyerê û me dît ku cemed şikestibû. Di destpêkê de me zilamek derxist û pişt re jî jinek jî ji 15 metreyan ji wî jêrtir me derxist. Doktorên me jî hebûn û me li wê derê birînên wê pêçan. Pişt re jî me ew teslîmî helîkoptera leşkerî kir û wan ew birin nexweşxaneya bajarokê Geverê.”
Li gor jêderên fermî kesên hatî rizgarkirî Kemal Avcu û hevjîna wî Gulay Avcu ne û du kesên din yên bi navê Hakîme Koç ku ji Stanbolê û Mehmet Aydin ku ji bajarokê Cizîrê ya Şirnexê hin di bin kevîpîran de ne.
Demez da zanîn ku wan bo rizgarkirina her du kesên din pir hewildanê kirin, lê cîhê ku ew ketine 50 metre kûr bû û ew neçar man ku ji wê derê vegerin.
“Tîmên rizgarkirinê yên dewletê 4-5 seat piştî me hatin, lê ti hêvîya me bo rizgarkirina çîyagerên bi saxî nemaye jiber ku ew der pir kûr e. Dibe ku bi mehan termên wan kesan neyên dîtin.”
Erdnîgar Gursel Keklîk, ku herî dawî di 9 Tîrmehê de serlêdana Çîyayên Cîlo kirîye, bi rêya ragihandinê komên çîyager û karbidestan li hember xeterîyan hişyarî dabû. Ew dibêje ku cemedên serê nizaran bi guhartina keş û hewayî dihelin û diqelişin û ev jî bo çîyageran metirsîyeke mezin e.
“Ew kevîpîr berî hezaran salan di serdema jeolojîya dawî de pêk hatîne û li gor lêkolînan her sal jiber germbûna hewayî 14 metre paşve dikişin û dihelin. Ji 1975’an vir ve 3 ji 4 girseya kevîpîran helîyane. Li ser rûyê wê şeqên mezin çêbûne û ev jî bona kesên ku serdana wê dikin xetereyeke mezin e. Mixabin tespîtên min yên berîya hefteyekê rast derketin û 4 kes ketin nava kevîpîran.”
Keklîk dîyar ku van salên dawî li devera Colemêrgê turîzma çîyagerîyê zêde bûye û divê karbidest jibo ewlehîya wan hin bîryaran bistînin. Ew dibêje ku divê bi taybet êdî geşta ser kevîpîran ya çîyageran were qedexe kirin.
Hêjayî gotinê ye ku heya amadekirina vê raportê hin jî Hakîmê Koç û Mehmet Aydin nehatibûn dîtin.