Li Tirkîyê ewlehîya dengan mijarek girîng e û hemî partîyên dikevin hilbijartinê hewil didin li her sindoqê nûnerên wan cîh bigrin ku bi qanûnê pêk neyê. Partîya Çep ya Kesk ku cara yekê dikeve hilbijartinê, bo roja hilbijartinê li Wanê nêzî 6 hezar çavdêr erkdar kirine.
Li Wanê masîgir û cotkar jiber guhartina keşûhewayî û kêmbûna avê di rojên zehmet re derbaz dibin. Li pêş hilbijartinan, hêvîyên van kesan ji berbijaran çi ne û gelo çi projeyên berbijarên partîyan derbarê krîza keşûhewayê hene?
Bo hilbijartinên 14 Gulanê çend roj mane û berbijarên serokomarîyê jî lez dan xebatên xwe. Berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ku Hevpeymanîya Ked û Azadîyê jî piştgirîya wî dike, beşdarî mîtînga Wanê bû. Kiliçdaroglu, soz da hilbijêrên Dengderên Wanlî ku ew dê aşîtîyê bîne Tirkîyê.
1ê Gulanê Roja Karkeran bi beştarbûna hejmarek sendîkayan û partîyan li Parka Musa Anter ya Wanê hat pîroz kirin. Hejmarek karkerên li ber derîyê sendîka û sazîyên xwe bi pankartên xwe yên cûrbecûr heya qada mîtînga 1ê Gulanê meşîyan
1ê Gulanê Roja Karkeran bi beştarbûna hejmarek sendîkayan û partîyan li Parka Musa Anter ya Wanê hat pîroz kirin. Hejmarek karkerên li ber derîyê sendîka û sazîyên xwe bi pankartên xwe yên cûrbecûr heya qada mîtînga 1ê Gulanê meşîyan.
Parêzera berê ya Ocalan û Berbijara Partîya Çep ya Kesk ya Şirnexê Newroz Uysal dibêje ku derheqê hevdîtinê de çî agahî ne gihiştîye ber destê wan û got ku hikûmet dixwaze bi rêya Ocalan dengê Kurd wergire.
Berbijarê Partîya Çep ya Kesk yê Wanê Sînan Çîftyurek ser xebatên hilbijartinê agahî dide
Li Tirkîyê rojnamevanên Kurd dibêjin ku rewşa wan li jêr şer û mercên heyî ne baş e, lê vê dema ku hikûmet wan bi awayekî berdewam dike armanc.
Partîya HDPê ku ev çend deme li Wanê partîya herî li pêşe, di van hilbijartinan de, di bin navê Partîya Kesk ya Çep de dikeve pêşbaziyê û lîsteya berbijêrn xwe ragihandî ye. Di listeya berbijaran de yek jê Havîn Kîye ye, ew yek jî berbijara herî temen biçûk e.
Li Wanê Koma Aryenê ji bo alîkarîya qurbaniyên erdhejê li Wanê, rojên muzîkê li dar xistin. Rêkxerên van çalakiyan dê pereyan kom bikin û pê kelûpelan li qurbaniyên erdhejê belav bikin.
Li Wanê hejmareke sazîyên sîvîl Platforma Ewlehîya Hilbijartinê damezirand. Şaxê Wanê yê KESKê bi preskonferasekê bang li karbidestên dewletê kir ku ew li gor qanûnên tevbigerin û pêyvîrdarên ser sîndoqan bi adîlanê werin dîyar kirin
Li Tirkîyê bo hilbijartinên 14’ê Gulanê demek kurt maye û li gor rapirsîna Artibîrê dengên AKPê ji 42 yan daketiye 31 dengan. Dîsan hejmarek zêde sîyasetvan jî ji AKP’ê vediqedin û derbazî partîyên din dibin. Endamên berê yên AKP ku niha endamên DEVA’yê ne behsê sedemên vê rewşê dikin.
Li Wanê bi çoşek mezin ofîsa hilbijartinê ya Partîya Kesk ya Çep ji alîyê Dayîkên Aşîtîyê ve hat vekirin. Ev cara yekê ye ku ofîsa hilbijartînê ya Partîya Kesk ya Çep li bajêrê wanê tê vekirin.
Bavî ji partiya desthilatdar AKPê, û keçê jî ji Partîya Kesk ya Çep bo hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyê serî li berbijêrîya parlamanterîyê da
Pirtir bar ke