Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê DEVA yê Wanê Erdinç Peker Derbazî AKP'ê Bû


Serokê Rêxistina Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) yê Wanê Erdinç Peker û serokên bajarokên Erdîş û Îpekyolu ji partîya xwe îstifa kirin û bi merasîmekê derbazî Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) bûn.

Peker got ku Hevpeymanîya Netew êdî wan temsîl nake û ewê bo berbijarê Tifaqa Cumhur bixebitin û dengê xwe bidin Recep Tayîp Erdogan.

“Tifaqa Netew û partîya DEVA hemî hêvîyên yên me yên bo pêşeroja welat, têk birin û me soz daku emê Erdogan bikin serok,” Peker got.

Li ser vê yêkê rêxistinên bajêr û bajrokên DEVA yên Wanê, bi preskonferansekê ragihandin ku ew li ser karê xwe ne.

Rêvebira DEVA ya Wanê, Afet Kuşman Kaçmaz got ku kesên ku ji partîya wan veqetîne, bi bîryarên şaxsî gihiştine wê encamê û ev nebîryara tevahîya rêxistina wan e.

Rêvebirên DEVA yên li Wanê
Rêvebirên DEVA yên li Wanê

“Em wek rêxistina DEVA ya Wanê û Tifaqa Netew piştgirîya me bo berbijarê serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu berdevam dike. Serokê me Alî Bacaban çî bêje em pişt bîryara wî ne.”

Kaçmaz dibêje ku ewê bo serkeftina Kiliçdaroglu çî ji destê wan were bikin.

Tifaqa Netew ku ji 6 partîyan pêk tê û yêk jî wan jî DEVA ye, li Wanê bin navê Partîya Komarî a Gel (CHP) ketibûn hilbijartinê.

Li gor encamên hilbijartinê CHP'ê 8 ji sedî û Kiliçdaroglu jî 62.2 deng wergirtibû.

AA_24_05_23_Serokê DEVA_AKP
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00
XS
SM
MD
LG