Dadgeha Sulh ya Gevera Hekarîyê roja Înê derheqê leşkerê bi navê A.K.P ku bi rûdana trafîkê bûbû sedema kuştina zarokê 5 salî Erdem Aşkan de bîryara berdanê da.
Bûyer roja Çarşemê dema ku dayîk û sê zarok dixwazin bi peyatî rêya Îpekyolu derbazî alîyê din bibin, otomobîla ku leşkerê bi navê A.K.P. dajot li Erdem Aşkan da û bû sedema mirina wî.
Bi gumana kuştina Aşkan, A.K.P. derket pêşberî dadgehê û di parastina xwe de got ku wî li zarokî nedaye, lê zarokî xwe li otomobîla wî daye.
“Min xwest bi alîyê rastê re kamyonê derbaz bim û wê demê zarok derket ser rê û xwe li otomobîla min da,” A.K.P. dîyar kir.
Piştî parastinê dadgehê raporta cihê bûyerê wergit ber çavan ku tê de bo ajokar çi kêmasî nehatibûn nivîsandin, û êdî bi biryara ‘şertên kontrola edlî’ A.K.P. berda.
Li ser biryara dadgehê, Dengê Amerîka peywendî ligel parêzerê malbatê Omer Faruk Aşkan kir. Aşkan dibêje ku ajokar bi alîyê rastê rê kamyonê derbaz bûye û rêgezên trafîkê binpê kirîyê.
“Li gor şahidên bûyerê û vekolînên me yên cihê bûyerê, ajokar herî kêm seatê 130-150 kîlometre otomobîla xwe dajot û bi wê lezê ve xwe li zarokê ku derketî ser rê dide. Leşker di îfadeyê xwe de gotibû ku wî otomobîl bi seatê 60 kîlometre dajot, lê ev yek ne rast e, jiber ku min li cihê bûyerê pîva û me tespît kir ku otomobîlê zarok 80 mîtro ji cihê bûyerê dûr firandiye. Ev yek dide nîşandan ku ew leşker jiber binpêkirinên rêgezên trafîkê sûcdar e û divê were ceza kirin,” Aşkan ragihand.
Polîsên trafîkê li cihê bûyerê vekolîn kiribûn û ajokar bê kêmahî û zarok jî bi kêmahî nîşan dabû. Aşkan îdîa dike ku tevî şahidên bûyerê polîsên trafîkê jiber ku ajokar leşker bû, girteka bûyerê wek alîgir nivîsandinê. Wî got ku wan daxwaz kirîye ku carek din raporta cihê bûyerê were amade kirin û herwiha wî derheqê wan polîsên trafîkê de jî gilî kirîye.
Li gor raporta Komela Mafên Mirovan (İHD) ya di 2021’an de li bajarên Kurdan di nav 13 salan de 42 kesan, 20 jê zarok, bi lêxistina wesayîtên leşekerî canên xwe dest dane.
Derbarê vê rewşê, Sîbel Çapraz, Rêvebira şaxa İHD ya Colemêrgê ji Dengê Amerîka re axivî.
“Ew (hêzên ewlekarîyê) ji xwe bawer in û dizanin ku çi suç bikin nayên ceza kirin. Ew li wê herêmê çi bûyeran bikin, canê kê bi êşînin, malê kê bi şewîtinin nayên ceza kirin. rehetîya wan ji vê yekê ye. Eger di alîyê hiqûqî de ew hatibana darizandin ev qas bûyer çênedibûn.”