Roja Înê parêzkarên bajarvanê Tatwana Bedlîsê Mehmet Emîn Geylanî êrîş biribş ser rojnamevanên Sînan Aygul û ew bi giranî birîndar kiribû.
Em li ser vê bûyerê çûn bajarokê Tatwanê û ligel rojnamevan Aygul hevpêyvînek taybet pêk anî.
“Dema êrîşî min kirin, di serî de gef li min kirin û gotin ku ‘Tu kî yî derheqa şaredar dinivîsî, tuyê îro bimirî û êdî tu nikarî binivîsî.’ Jixwe dixwestin ku min bixenîkînin û min bikujin. Eger min bersîva wan daba dibe ku bi wê hincetê ez kuştibama.”
Di destpêka bûyerê de bajarvanê Tatwanê Geylanî li ser hesabê xwe yê twitterê gotibû ku ti alaqeya wî bi wê êrîşê tuneye.
“Ev bûyer jiber nîqaşa navbera her du alîyan pêk hatiye û em ji vê yêkê nerazî ne û ti alaqeya min bi vê bûyerê tuneye. Hêvîyên xwe yên qencbûnê ji Sînan Aygul re pêşkêş dikim. Me derheqa xebatkarê şaredarîyê lêpîrsîn da destpê kirin,” Geylanî got.
Lê, Aygul ji van gotinên Geylanî bawer nake û dibêje ku xebatkarên ku parêzkarîya wî dikin, çawa dibe bê agahîya wî êrîşî min bikin?
Aygul dibêje ku ti nîqaşên wî bi parêzkaran re tuneye û ew wan nas nake.
Aygul îdîa dike ku êrîşa li hemberî wî jiber çêkirina raportên derbarê Geylan pêk hatiye û parêzkar bê fermana Geylanî êrîş nakin.
“Nêzî 4-5 sal in Geylanî bûye serokê şaredarîyê û heya niha karên ku wî bê hiqûqî dike, min ew nivîsîne. Jiber vê acîzîyeke wî ya hember min hebû. Di vê dawîyê de jî berya hefteyekê, wî avahîyeke şaredarîyê firot hevalê xwe. Min jî ev wisa li ser Twitterê nivîsî û got ku ew firotin ne qanûnî ye. Ez difikirim ku jiber vê yêkê parvekirina min êrîşî li min hat kirin. Ew dixwaze min bitirsînin û ez li hember wan nebim asteng.”
Hêjayî balkişandinê ye ku piştî hevpêyvîna me ya ligel Aygul, ew jiber eşa birînên xwe dîsa rakirin nexweşxanê û ewê di nava 3-4 rojan de jiber şikestina hestîyê bin çavê were amelîyat kirin.