Li Wanê lîstîkvanên Şanoyê, jibo berhevkirina alîkarîya bo maxdurên erdhejê derketin ser dikê û listîka bi navê “Hay lo dîsa tevlî hevbû” lîstin. Listikvan Ferhat Aslan dibêje ku dê pereyê vê listikê bo maxdurên erdhejê were şandin.
Piranîya dengderên bajêrê Wanê li ser hevdîtina berbijêrê Serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu û Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP)ê ramanên xwe yên erênî anîn ziman. Lê dîsa jî goma dengderan heye ku dîsa Kurd werin xapandin û mafên wan yên rewa nedin wan.
Li Tiblîsa paytexta Gurcistanê, bi beşdarbûna hejmareke rewşenbîrên Kurd yên welatên Qafqasyayê, Newroza îsal hat pîroz kirin.
Li bajarê Wanê mîna hersal Newroz li kelaha Wanê bi beşdarbûna hejmarek zêde rûniştvanan hat pîroz kirin. Îsal kesên ku beşdarî newrozê bûyî bo erdheja Mereşê xemgînî û peyamên sersaxiyê dan. Herwiha rojaveya herî girîng yên beşdarbûna ya sereke hilbijartinên 14 Gulanê bû.
Li bajarê Wanê Newroz li kelaha Wanê bi beşdarbûneke girseyî hat pîroz kirin. Îsal jiber erdhejê xemgînî û peyamên sarsaxîayê di pîrozkirinê de hebûn û dîsa hilbijartinên 14'ê Gulanê jî di Newrozê de cîhekî girîng girt.
Yekbûn Erçekan ya deh salî ku ji sala borî ve li nav kolanên Wanê wek Keça Newrozê tê nasîn, îsal jî xwe ji pîrozbahiyên Newrozê re amade dike.
Li bajarê Wanê û hin bajarên din yên herêmê jiber belavbûna vîrûsa tebeqê, bazarên heywanan hatin girtin. Nexweşîya tebeqê ku di nava pêz û çêlekan de belav dibe, wek tedbîr bazarên heywanan hatin girtin. Lê ev yêk bû sedema buhabûna goşt.
Li Tirkîyê hilbijartinên serokomarîyê û parlamente kirin û xwe derbarê hilbijartinên çaverêkirî û dengdanê anîn ziman.
Piştî erdheja wêrankar ya Mereşê, metirsiya erdhej û felaketên xwezayî kete di rojeva Tirkiyê û hejmarek bajaran de. Li bajarê Wanê semînerek taybet li dor kanê ewê çawan xwe ji erdhej û felaketan biparêzin pêkhat.
Li navenda bajêrê Wanê hejmarek zêde jin bi cil û bergên xweyên Kurdî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar bi xwepêşandanekê pîroz kirin.
Emîne Akmaz û zarokên wê piştî 36 saetan ji bin xirbeyan de hatin rizgar kirin, hevjînê wî canê xwe hinda kir.
Mustafa Bal li Mereşê bi hêvîyeke mezin li hevîya hezkirîyên xwe yên bin kavilandimîne.
Mihemed Beko penaberekî Sûrî ye ji bajarê Idlibê ku di sala 2013an de li Hetay bibû penaber. Piştî erdhejê li gel mabata xwe ji Hetay koçî Mêrsînê kir û niha şaş maye bi ku ve biçe. Avahiya ku ew tê de dijiya hilweşiya û dayika wî jiyana xwe ji dest.
Li başûrê Tirkiyê roja Înê jinek û 3 zarok (4 kes) ji bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî yên erdhejê li bajarê Hatayê hatin rizgarkirin.
Bajarokê Bazircixê yê girêdayî Mereşê yek ji herêmên herî zêde ketîye bin bandor erdhejan, xelkê bajarok digirîn û hewar dikin ku kes nîne alîkariya wan bike.
Nûçegihanê Dengê Amerîka Arif Aslan li bajarê Hatayê ye, dîmenên dilşewat yên wêrankariya bajar ji esmanan b irêya dronê kişandin e.
Kameraya Dengê Amerîla li bajarê Hatayê amade ye, dîmenên wêrankariya bajar kişandin û dîmenên kêlika ku termê Yilmazê 22 salî li jêr kavil û xirbeyan tê deranîn nîşan dide.
Navenda bajarê Hatayê û û avahiyên û derdora çemê bajar pirraniya wan wêran bûne, yên ku mane jî ber bi hilweşnê ve diçin.
Pirtir bar ke