Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP û Partîya Kesk a Çep li Wanê Çawa Xebatên Hilbijartinê Dikin?


Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) dê bin navê Partîya Kesk a Çep bikeve hilbijartinên 14’ê Gulanê. Bi vê bîryarê pirsên wek, wê li qadê rewşeke çawa hebe, xebatên hilbijartinê wê çawa were meşandin û hilbijêr wê çawa fêrî partîya nû bibin, tên bîra mirovan.

Hevseroka Partîya Kesk a Çep ya Wanê Gonul Uzunay got ku tiştê herî baş ew bû ku logoyên her du partîyan mîna hevdu ne û hilbijêr wê bi rehetî li şûna logoya HDP’ê wê logoya Partîya Kesk a Çep li ser kaxiza dengdanê bibînin.

Uzunay bi bîr xist ku berîya HDP’ê jî hejmareke zêde partîyên Kurdan hatibû girtin û jiber vê yêkê hilbijêrên wan xwedîyê tecrube ne.

“Armanca me ew e ku em yêk dengê xwe jî hinda nekin, loma jî me plansazîyek danaye pêşîya xwe û emê bikevin nav gel û kolan kolan xebatên xwe bimeşînin. Herwiha me li hin bajarokên Wanê ofîsên pêwendîya hilbijartinê vekirin û me bi alên Partîya Kesk a Çep Xemilandin.”

Uzunay dîyar kir ku demên hilbijartinê wek rihekî seferberî xebat tên kirin û ew ji gelê xwe bawer in ku ewê vê pêvajoyê bi serketî derbaz bikin.

Hevserokê HDP’ê yê Wanê Fîkret Dogan jî got ku ewê li bajêr, bajarok û taxan li her çar alîyê bajêrê Wanê wek HDP û Partîya Heremên Demokratîk (DBP) bin navê Partîya Kesk a Çep bixebitin.

Dogan dîyar kir ku ev hilbijartin ne mîna hilbijartînên salên borî ne. “Em dixwazin gelê me bi vê baldarîyê biçe ser sindoqan. Li tevahîya Tirkîyê 7 mîlyon hilbijêren nû hene û li Wanê jî ev hejmara 4 hezar in. Em bang li ciwanên ku nû bûne hilbijêr dikin ku bila xwedî dengê xwe û sîndoqan derkevin.”

Dogan got ku ew dixwazin di sedsala duyan ya komara Tirkîyê de demokrasî ava be, aştî were û gelê Kurd bigihene mafên xwe yên rewa.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rêvebirên HDP’ê li hember gefa girtina partîya xwe bîryar dabû ku li bin navê Partîya Kesk a Çep bikevin hilbijartinê.

Partîya Kesk a Çep di 2012’an de hatibû damezirandin û wek partîyeke bin sîwana HDP’ê de xebata xwe dimeşand.

AA_31_03_23_HDP_Greenleft
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00
XS
SM
MD
LG