Bavî ji partiya desthilatdar AKPê, û keçê jî ji Partîya Kesk ya Çep bo hilbijartinên 14ê Gulanê li Tirkiyê serî li berbijêrîya parlamanterîyê da
Berbijara Partîya Kesk ya Çep Zuzan Seven bersiv da rexneyên bavê xwe Mehmet Seven ku ew ji Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) bo berbijarîyê serlêdan kirîye.
Heftîya borî li Hekarîyê jina ciwan Zuzan Seven bo berbijêrîya parlamenterîyê serî li Partîya Kesk a Çep dabû û bavê wê Mehmet Seven jî serî li Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dabû. Ev rewş bû sedema niqaşên di navbera bav û keçê de.
Bavê Zuzanê Mehmet Seven ku karsazek navdar yê bajêr e û piştgirîya wîya bo AKP’ê tê zanîn, li ser bîryara keça xwe daxuyanîyek nivîskî bo dezgehên ragihandinê şandibû û dîyar kiribû ku ew piştgirîya berbijêrîya keça xwe nake û ew wek malbatî AKP’î ne û weha got:
“Serlêdana wê, ji bêyî agahîya malbatê pêk hatiye. Ev bîryara wê bi xwe ye û malbata me bi vê bîryarê ve, ne girêdayî ye. Bi serlêdana wê, malbat û piranî jî ez pir pê acizbûne.”
Li ser daxuyanîya Seven keça wî Mamoste Zuzan Seven bo Dengê Amerîka axift û wê got ku herkes di alîyê bijartina partîyan de divê azad be, lê mixabin hin jî bi hişmendîya feodal dixwazin ser jîyana wan bandor bikin.
“Dil dixast ku bavê min li pişt bîryara min ba. Lê mixabin hin jî malbatên me bi ramanên feodalîzmê û baviksalarî rêvediçin û ev yêk li ser bîryarên ciwanan yên derheqê jîyana wan de bandor dike. Tê zanîn ku tenê jin bin vê givaştinê de ne, lê xort jî heman rewşê jîyan dikin. Ez vê rewşê red dikim û wek jinek azad min serî li Partîya Kesk a Çep de. Ez bawerim ku ev gava min dê bo hezaran jinên bindest bibe mînak.”
Seven dibêje ku piştî serlêda wê ya bo Partîya Kesk a Çep, pir zêde peyamên erênî yên piştgirîyê wergirtine û ev yêk bo wê serkeftina herî mezin e.
Ji alîyê din ve Mehmet Seven dîyar kiribû ku ev 20 sal e, ew li gel AKP’ê ye û ew dê hilbijartinên 14 Gulanê de dengê xwe bide Recep Tayyîp Erdogan. Herwiha Seven, keça xwe rexnekiribû û gotbû ku keça wî derveyî Colemêrgê jîyan kirîyê û ew sosyolojîya bajêr nizane û ew ne bi îradeya xwe, bi rêvebirîna hin kesan serî li Partîya Kesk a Çep daye.
Keça Seven, Zuzan vê yêkê qebul nake û dibêje ku bavê wê zêde ew nasnakirîye û ew jiber xwandinê û kar hemî bajarên herêmê gerîyaye û ew sosyolajî û pîskolojîya gelê Kurd dizane.
“Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partîya Kesk a Çep partîyên herî nêzî ramanên min e. Ez dixwaze bi rêya parlamanterîyê xweşik bûna jîngeha Colemêrgê bi parêzim û li hember werankirina xwezeya herêmê bisekinim.”
Li gor rojnameya Evrenselê heya niha 2 hezar û 783 kesan bo berbijarîyê serî li Partîya Kesk a Çep dane û ji van 1147 jê jin in. Hilbijartinên borî jî herî zêde jinan serî li Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) dabûn. Çavlirêye ku di 9 Nîsanê de navên berbijêran were ragihandin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Partîya Demokratîk a Gelan jiber gefa girtnê bîryar dabû ku bin navê Partîya Kesk a Çep bikeve hilbijartinê. We dîyare ku ew dê li hember tifaqa cumhur wêk tifaqa Ked û Azadîyê piştgirî bidin berbijêrê tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu.