Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Operasyona Artêşa Tirkîyê li Bedlîsê Berdewam Dike


Wêne: Semra Caglar Gokalp
Wêne: Semra Caglar Gokalp

Walîtîya Bedlîsê di 2’ê Tîrmehê de li 10 gundên bajarokê Hîzanê qedexeya derketina derveyî kolanê ragihandibû. Piştre leşkerên Tirk dijî şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) operasyonek destpêk kirin.

Li gor jêderên xwecîhî, heta niha li deverê pevçûnên tund û bombekirin pêk tên, û hin caran jî li daristanan agir pê ketîye.

Wezîrê Karê Naxweyê Alî Yerlîkaya hefteya borî ragihand ku hêzên wan li gundê Huzeranê (Saritaş) endamê PKK Gûven Ozcan (Redûr Siser) kuştine.

Yerlîkaya, ku Ozcan wek terorîst da nasîn, dîyar kir ku wî di encama 4 çalakîyan de 10 leşkerên wan kuştibû û 11 jî birîndar kiribû.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, endamê PKK Ozcan ji xelkê bajarokê Norşîna (Guroymak) Betlîsê bû.

Qedexeya derketinê hîn jî li dar e û operasyon berdewam dike.

Parlamentera Partîya Çep ya Kesk li Bedlîsê Semra Çaglar Gokalp got ku jiber qedexeyan, bi sedan gundî nikarin pêdivîyên xwe yên rojane pêk bînin û biçin nav zevîyên xwe çandinîyê bikin.

“Em di 12’ê Tîrmehê de çûbûn wê deverê û me dît ku gundî di nava zor û zehmetîyê de ne. Hem ji alîyê ewlehîyê û hem jî ji alîyê aborîyê ve ew ligel pirsgirêkên mezin dijîn. Jiber topbaranan jîyana wan hemîyan di xeterê de ye," Gokalp ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

"Bawer im ev jibo dewletê ne xem e. Lê li wan gundan bi sedan zarok, nexweş, kal û pîr hene. Ji alîyê din ve jîngeha wê herêmê jiber topbaranan zirarê dibine. Helbet ev ne tenê li Betlîsê, li çîyayê Çûdî û hemî Kurdistanê heye,” parlamentera Kurd da zanîn.

Gokalp herwiha dîyar kir ku bi operasyonên leşkerî pirgirêka Kurd çaraser nabe û dê zêdetir kurtir bike.

“Operasyonên li Kurdistanê tên kirin, bi alîyên piskolojîk, civakî, aborî û sîyasî ve anku bi her alî ve taxrîbatên mezin dide gel. Jiber wê yêkê jî bi van operasyonan pirgirêk çareser nabe û pirsgirêk kurtir dibe. Kesên ku ketine pê şopa kuştina zarokên vî gelî, birînan kurtir dike.”

Gokalp herwiha dîyar dike ku çareserî ne zehmet e û got ku eger karbidest bixwazin, dikarin bi rêya dîyalog û muzakereyan pirgirêka Kurd çareser bikin.

Komela Civakên Kurdistan (KCK) ku beşek ji PKK'ê ye, wek sedema erdheja wêrankar ya Mereşê û hilbijartinên Tirkîyê, bo çar mehan bi yek alî biryara agirbestê ragihandibû. Herdu rêxistin ji alîyê Tirkîye, Amerîka û Yekîtiya Ewrupayê wekî rêxistinên terorîst tên nasîn.

Piştî ku dawî li agirbestê hat, liv û tevgera PKK'ê zêde bû û li hember vê yekê jî operasyonên hêzên leşkerên Tirkîyê li Gevera Colemêrgê, Sêrt, Muş û Bedlîsê zêdetir bûn.

Arif Aslan Turkey Operations
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:04 0:00
XS
SM
MD
LG