Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Şewitandina 9 Kurdan ligel Betalbûnê Rûbirû Ye


Li hember dadgeha Cezayê Giran ya Kirikkale
Li hember dadgeha Cezayê Giran ya Kirikkale

Doh Sêşemê rûniştina doza şewitandina malbata Kurd ku wek ‘Komkujîya Vartînîsê’ tê zanîn û ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes bûn kuştin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Kirikkaleyê pêk hat.

Di rûniştina 17’an a dozê de tawanbarê bûyerê fermandarê leşkerîyê yê bajarokê Korkuta Muşê Bulent Karaoglu dîsa beşdar nebû. Jiber ku tawanbar Karaoglu beşdarî rûniştina dozê nebû, dadgehê bo 6’ê Îlonê rûniştina dozê paşve xist.

Li gor qanûnên Tikrîyê, eger doza bûyerekê di nava 30 salan de encam negire, ew doz betal dibe û tawanbar bê ceza dimînin.

Şewitandina malbata Kurd di 2’ê Cotmeha 1993’an de li gundê Vartînîsa Muşê pêk hatibû. Bi vê yekê eger di nava du mehan de encam ne were girtin, ev doz dibe ku betal be.

Parêzerê malbatê Fuat Ozgul dibêje ku wan hemî rûniştinên dozê de daxwaza ji dadgahê kir ku ew bîryara girtina Karaoglu bidin, lê bîryar pir direng hat hildan û niha jî tevî ‘bûltena sor’ jî ew nayê girtin.

“Me di rûniştina dozan de anîn ziman ku ger ev kes heya niha nehatibe girtin, eve jibo dadgeha dewletekê şermek mezin e ku ew xwe wek dadhên di asta hiqûqên navnetewî de pênase dikin. Ez bawerim ev dê di dîroka hiqûqa Tirkîyê de, bibe şermek mezin.”

Ozgul herwiha got ku li gor qanûnên navnetewî divê ev doz newere batal kirin, jiber ku bûyara kuştina 9 kesan bi awayek komî pêk h ati ye û ev dibe komkujî.

“Li gor hiqûqa navnetewî bûyerên wek komkujî, ji qanûna ‘darizandina demdirêj’ bandor nagire anku ji ser vê komkujîya Vartînîsê re 30 sal jî derbaz bibe, divê kuşer were ceza kirin.”

Parêzerên malbatê xwe amade dikin ku eger doz were batal kirin, dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 2013’an de li Dadgeha Ceza Giran ya Muşê, derheqê fermandarê Tirk Karaoglu û 3 leşkerên din de bi tawana şewitandina 9 gundîyên Kurd doz hatibû vekirin. Lê bi îdîaya ewlehîya tawanbarên bûyerê tine, doz hildan bajarê Kirikale ye. Dadgeha Ceza Giran ya Kirikalê derheqê hamî tawanbaran de bîryara beratê da.

Lê Dadgeha Bilind ya Tirkîyê bîryara beratkirina dadgeha Kirikkalê betal kir û xwastibû ku tenê kesê ku fermana kuştinê dayî Karaoglu were ceza kirin. Li gor qanûnan divê ev bîryara dadgehê bo rûyê Karaoglu were xwandin û carek din darizandin pêk were, lê di rûniştina doza 17’an de jî ew beştar nebû. Ger ew heya 2 Cotmehê newere girtin dibe ku doza bi sedema ‘darizaninda demdirêj’ were batal kirin û cezakirina kujerê 9 gundîyan bê caza bimîne

Raporta Wanê_09_08_23_R_komkujîya VArtînîsê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00
XS
SM
MD
LG