Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Betlîsê Şanoya Kurdî Çima Hat Qedexe Kirin?


Li Tetwana Betlîsê lîstîka koma Şanowanê ya bi navê “Hay lo dîsa tevlî hevbû” ji alîyê qeymeqamî ve hat qedexe kirin. Li gor bernameya Şanowanê, lîstîk li ber bû roja Yêkşemê li salona bajarvanîya Tetwanê were lihîstin.

Lê, lîstîkvan Perînaz Delazy got ku du roj berîya bernamê qeymeqamîya Tetwanê, bê ku sedemekê nîşan bidem bi telefonê gotiye ku ew destûr nadin lîstîkê.

Delazy dibêje ku ne tenê qeymeqamîya Tetwanê, bi giştî sazîyên dewletê li hember xebatên çand û hunera Kurdî dixwazin astengîya derxînin.

“Heya niha sedemeke nivîskî pêşkêşî me nekirine jiber ku ew van kirinên xwe veşartî dikin. Lê, bi van kiryarên xwe xuya dikin ku ew naxwazin Kurd, bi zimanê xwe çand û hunerê şanoyê temaşe bikin.”

Delazy got ku wan derheqa vê astengîyê hemî temaşevanên xwe yên wê lîstîkê û bîragiştî agahdar kiriye.

“Em li bendê ne ku hunerhez dijî wê biryarê bertek nîşan bidin. Li hember nezîkatîyên wiha bertekên gel, temaşevan û bîragiştî girîng in. Bêdengîyaya hemberî van qedexe û sansûrê wê biryarên wiha bike tiştekî normal û emê nikaribin ti xebatan bikin.”

Ev cara duyê ye ku qeymeqamîya Tetwanê, lîstîka Şanowanê ku berê navê wê Mencel bû, betal dike. Di 2022’an de bi henceta pirsgirêka teknîkî lîstîka wan hatibû betal kirin.

Lê Delazy îdia dike ku roja lîstîka wan, qeymeqamî cîh dabû bernameyeke Tirkî û wêneyên wê bernamê li ser medya civakî belav bûbûn.

Parlamantera Partîya Çep ya Kesk ya Wanê, Gulcîhan Kaçmaz Sayyigit bi rêya meclîsê Tirkîyê bo Wezareta Karê Navxweyî pirnameyek şand û sedemên astengîyên li hember Kurdî pirsî.

Sayyigit, di pirsnameya xwe de bal kişand ser qedex û betalkirina bernameyên Kurdî yên demên dawî û got ku bi taybet piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an zextên ser Kurdî zêde bûne.

Sayyigit, piştî ku wek parlamanter hatibû hilbijartin, li meclîsê xebata wê ya destpêkê li ser zimanê Kurdî bû.

Sayyigit jibo ku komîsyona zimanên zikmakî were avakirin hefteya borî pêşnîyarnameyek pêşkêşî meclîsê kiribû.

Ew dibêje ku heya zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de cih negire, qedexeyên bi vî rengî bi keyfî dê berdevam bike.

“Divê baş were zanîn ku heya zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de neyê parastin û zimanê Kurdî nebe xudan sitatu, qedexe û astengî wê tim derkevin pêşîya me,” Sayyigit got.

Me ser îdiayên betal kirin û qedexekirina lîstîka Şanowanê bi rêya maîlê ji qeymeqamîya Tetwanê pirsî, lê heta amadekirina vê raportê me ti bersîv wernegirt.

AA_22_06_23_Sanoya_Kurdi_ Tetwan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00
XS
SM
MD
LG