Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Colemêrgê Endamên Meclîsa Dayikên Aşîtîyê Hatin Desteser Kirin


Bajarê Colemêrgê - Hekariya, Tirkiye
Bajarê Colemêrgê - Hekariya, Tirkiye

Îro Sêşemê hêzên ewlekarîya Tirkîyê li bajerokên Şemzînan, Gever û Çela Colemêrgê girtin ser çend malan û di encama operasyonê de nêzî 30 kes desteser kirin.

Di nav kesên ku hatin desteser kirin de herî kêm 20 jinên temen mezin hene ku piranîya wan endamên Meclîsa Dayikên Aşîtîyê ne. Kesên ku hatine desteser kirin, bi îdîaya “endamtîya rêxistina çekdarî” tên sûcdar kirin.

Hevseroka Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) ya Colemêrgê Cevahîr Agralî ku rewşa kesên hatî desteser kirin dişopîne, dide zanîn ku dadgehê bo 24 seatan qedexeya hevdîtina parêzer û kesên hatine girtin daye.

“Dayikên hatî girtî piranîya wan Tirkî nizanin û hiqûqa Tirkîyê nizanin ku xwe biparêzin. Niha nizanin bi çî tên sûcdar kirinê. Li gel vê rewşa wan, jiber qedexeya hevdîtîna parêzeran, em nikarin biçin wan bibînin. Herwiha li ser dosyayê jî bîryara ‘napanîyê’ heye û em nikarin binêrin, ka dayîk bi çî sedemê tên sûcdar kirin,” Agralî bo Dengê Amerîka got.

Wêneyê xwepêşandanekê li Colemêrgê
Wêneyê xwepêşandanekê li Colemêrgê

Parêzer Agralî da zanîn ku wan hin agahîyên nefermî dest xistine ku dayîk jiber standina alîkarîya ji Heyva Sor a Kurdistanê hatine desteser kirin û bi vê yekê ew bi endamtîya rêxistina çektarî tên tawanbar kirin.

“Heyva Sor a Kurdistanê li Almanya yê wek wekfek hatiye avakirin û fermî ye. Ji alîyê hiqûqî ve ew nikarin bêjin rêxistinek terorîye. Ev wekfe ya alîkarîyê ye, wekî Heyva Sor a Tirk (Kizilay) ye. Li gor qanûna Tirkan jî çî sûc tûne ku ew bên ceza kirin. Lê li Tîrkîyê mîna van dayîka pir rehetî kesên ku tên girtin bi terorê tên tawanbar kirin.”

Heya ev raport dihat amadekirin ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve çi agahî derheqê sedema girtina van kesan nehatibû belav kirin.

Raporta wanê_AA_15_08_23_li colemêrgê dayîk hatin girtin.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:28 0:00
XS
SM
MD
LG