Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Rojên Fîlmên 'ChalaKINO' Dê Destpê Bike


Rojên Fîlman Li Wanê
Rojên Fîlman Li Wanê

Chalak Events, di bin navê “ChalaKINO” de dê roja Şemîyê li bajarê Wanê çalakîya xwe ya rojên fîlman pêk bîne.

Di çalakîya ku navbera 5'ê Tebaxê û 14'ê Cotmehê de birêve diçe, dê bernameyên gotûbêjên ligel derhênerên fîlman lidar bikevin.

Fîlmhezên bajarê Wanê dê bi vê bernamê 14 fîlmên Kurdî temaşe bikin ku 9 ji van fîlmên dirêj û 5 jî kurtefîlm in. Herwiha 6 bernameyên gotûbêj, semîner û atolyeyên ser sînemayê jî dê werin li darxistin.

Fîlm dê li salona ŞanoWanê werin nîşandan û hejmarek zêde ya derhêneran dê beşdarî nîşandan fîlmên xwe bin. Lê hin derhêner jî dê bi awayek bi rîya înternetê beşdarî gotûbêjan bibin.

Rêvebirê Chalak Events yê Wanê, Armanç Dayan, dibêje ku ew dixwazin bi van bernameyan pêkateyên sînemayê bînin cem hev û bi çalakîyên hevbeş sînemaya Kurdî pêş bixin.

Rêvebirê Chalak Events li Wanê, Armanç Dayan
Rêvebirê Chalak Events li Wanê, Armanç Dayan


“Em bernameyên ChalaKINO bi saya piştgirîya CultureCivic a Yêkîtîya Ewrupa wek projek dan destpê kirin. Me çima ev pêk anî; jiber ku bêderfetîyek mezin bo nîşandana sînemaya Kurdî heye. Li Wanê jî ev bêderfetî li gor Amedê û Stanbolê zêdetir e. Loma me jî xwast ku pêkateyên sînemaya Kurdî bînin cem hev û gel hevdû bi civînin. Me jî bi navê ChalaKINO anku pêyvên çalak û fîlmê anîye cemhev û wê li gor armanca bername bi nav kirîye.”

Armanç behsa naveroka bernemê kir û got ku hem fîlmên baş û hem jî beşdarên her alîyê deverên Kurd lê dijîn beşdar dibin.

“Me tenê ne bakurê Kurdistanê, lê di heman demî de ji başûr, rojhilatê, dîyaspora jî di nav de me gelek fîlm hildane nav de û hem fîlmên Kurdî yên baş, hem fîlmên derhênerên baş û navdar hene. Me civatgerên xwe anku moderotorên xwe jî, ji kesên ku têkîldarî sînamayê ne bijartin.”

Bername dê bi nîşandana 4 kurtefîlman were destpê kirin û pişt re jî dê li gel derhênêrên wan kurtefîlman gotûbêj were kirin:

Di 5'ê vê mehê seat 18.00'an de bi rêzê ve fîlmên Behr Rabû, Navnîşan, Şiwênpence û Bêdeng dê were nîşandin. Gotûbêja ligel Emîr Xulamî ku derhênêrê kurtefîlmê ‘Behr Rabû’ ye, dê di heman rojê de saet 21.00'an de pêk were. Herwiha derhênêrên kurtefîlmên din jî dê wek mêvan beşdar bin.

Di 12ê mehê seat 18.00an de fîlmê dirêj Bîranînên Hespê Reş ku derhênêrê wê Şehram Elîdî ye dê were nîşandan û pişt re jî dê li gel Elîdî gotûbêj were kirin.

Di 19ê Tebaxê de fîlmê Îbrahîm Saedî ‘Mandoo’ di 26'ê Tebaxê de fîlmê Mano Xelîl ‘Cîran’, di 2'ê Îlonê de fîlmê Solîn Yusif ‘Xanîyê Bêban’, di 9'ê Îlonê de fîlmê Bîlal Korkut ‘Bîraxane’ di 16'ê Îlonê de fîlmê Şewket Emîn Korkî ‘Azmûn’ di 23'ê Îlonê de fîlmê Elî Kemal Çinar yê bi navê ‘Di Navberê de’ dê werin nîşandin.

Herwiha dê di 30ê Îlonê de fîlmê M. Elî Konar ‘Govenda Elî û Dayika Zîn’, Di 7ê Cotmehê de fîlmê Kazim Oz ‘Temenê Kuliyeke Berfê' û di 14ê Cotmehê fîlmê Yilmaz Ozdil ‘Aforoz’ dê were nîşandan. Piştî her fîlmekê dê li gel derhinêrên fîlman gotûbêj werin kirin.

Hêjayî gotinêye ku Chalak Events wek platformek sînemayê ya xwandekarên ciwanên Kurdan e. Di 2017’an de ewilî li stanbolê, paşê li Wanê, paşê jî li Amedê hate ava kirin. Çalakîyên xwe bi zimanê Kurdî û Engilîzî pêk tîne. Hetanî niha li qada kurdî de Chalak Events li van bajaran hejmarek çalakîyên wekî Kurdish Camping, Şeva Rap a Kurdî, Kurdish Halloween, kargeh, meş û gelek bernameyên din lê pêk anîn.

Grûp dibêje ku armanca wan ew e li hemî deverên ku Kurd lê dijîn bernameyên bi vî rengî pêk bînin.

Rapora Wanê-Li Wanê Rojên Fîlmên ‘ChalaKINO
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:08 0:00

XS
SM
MD
LG