Mazlum Ebdê eşkere kir ku welatên hevalbend doza berdewamkirina dîyaloga navxweyî ya Kurdên Sûrîyê dikin. Tevî her du alîyê dîyalogê ENKS û PYNK dibêjin ku ew amade ne, lê hin çavdêr bawer dikin ku astengî pêş vê yekê pir in, nexasim ku biryara Kurdên Sûrîyê dikeve bin bandorên alîyên derve
Kurdên Sûrîyê bawer dikin ku vekişîna hêzên kualisyona navnetewî ya dijî Daişê û di nav de jî hêzên Amerîka ji herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, dê herêmê ber bi şerekî mezin ve bibe.
Tirkîye di van demên dawî de êrîşên xwe yên dronî li ser herêmên Kurdên Sûrîyê zêde kirine. Di vê mehê de 8 êrîş pêk hatine ku 3 ji wan di heyama sê rojên dawî de çêbûne. Rêvebirîya Xweser bang li civata navnetewî dike ku êrîşên Tirkîyê rawestîne.
Nûçegîhanê me Zana Omer hûrgilîyên êrîşa dronî ya li bajarê Qamişlo radigihîne.
Koma Muzîkê Yekpar her roj li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê çalakiyan dike. Piraniya endamên komê hunermendên ciwan in û ew stranên gelêrî bi amûrên muzîkê yên rojavayî û rojhilatî ji nû ve diafirînin. Yekpar ji bo zarok û ciwanan waneyên perwerdehiya muzîkê dide
Tevî zehmetî û metirsîya rêyên koçberîya bi qaçaxî ber bi Ewropayê ve, rêjeyek bilind ji ciwanên kurdên Sûrî berê xwe didin wan rêyên qaçax, lê hin ciwan vê gavê napejirînin.
Di heyama 7 mehan de vê salê de Daişê 171 êrîş li Sûrîyê pêk anîne. Çavdêr bawer dikin ku têkilîya aktîfbûna Daişê bi pevçûnên navbera HSD ji alîyekî û mîlîşayên Îran û rejîma Sûrî li alîyekî din heye. Di vê raportê de sedemên aktîfbûna Daişê ya di vê demê de hene.
Îro Duşemê girjî û pevçûn navbera HSD û rejîma Sûrî û mîlîşayên Îranê didome. Li Qamişlo îro şandeke Rûsî ji firîngeha Qamişlo ber bi Hesekê ve çû, ligel karbidestên rejîmê alozîya bi HSD nîqaş kir, lê encam heya niha ne dîyar e.
Mîlîşeyên ku Îranê piştgirîya wan dike, êrîşên xwe yên bi diron û mûşekan ser bingehên Koalisyona Navnetewî ya bi pêşengiya Amerîka li Sûrîyê û hêzên Sûriya Demokratîk HSDê zêde kirine. Kurdên Sûriyê wan êrîşan dinirxînin.
Di encama êrîşeke mîlîşyayên ser bi rejîma Sûrîyê ve dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk de li Dêrezorê, alozî li deverên wekî Qamişlo û Hesekê jî didomin. Peyamnêrê Dengê Amerîka Zana Omer agahîyên dawî dide.
Îro Çarşemê milîşayên Îranê û çekdarên ser bi rejîma Sûrî ve êrîşî hejmareke bajarokên rojhilata Dêrezorê kirin. Vê şerê bandor li ser Qamişlo û Hesekê kiriye. Hêzên ewlekarîya Hindurîn ya Rêvebirîya Xweser çargoşeyên ewlekarîyê yên rêjîmê li herdu bajaran dorpêç kirine û tevgera rêjîmê pûç kirine.
Rodî Tehlo Wênekêşekî ji bajarê Qamişlo ye û bi rêya wêneyan hûrguliyên rojane yên bajarê xwe belge dike. Ew bawer dike ku huner dikare bandorê li civakê bike û dibêje di demên şer de erka hunerê girantir dibe.
Îro Şemîyê 3ê Tebaxê salvegera 10an ya êrîşa DAIŞê ser Şengalê ye. Li Amûdê bi vê boneyê bi dehan ji Ezdîyên herêma Cizîrê, ligel Ezdîyên derbider ji Serêkanîyê û Efrînê û Kurdên Amûdê daketin kolanan.
Rêvebirîya Xweser biryarek jibo efûkirina girtîyên ji dosyayên terorê, ku rasterast beşdarî şer nebûne, derxist. Heta niha pirtir ji 3 nifş ji girtîgehên Hesekê, Qamişlo û Minbicê hatin berdan. Tê payîn ku nêzî 1500 girtî wê ji vê biryarê sûdê wergirin, ku piranîya wan ji Dêrezor, Reqa û Minbicê ne.
Parka Azadî ku di Mijdara 2023an de li rojavayê bajarê Qamişloyê hat vekirin, ji xelkê deverê re bûye cihê bêhinvedanê û coşa zarokan a dema lîstokan geş dike.
Lêkolîner û zimanzanê naskirî yê Kurdên Sûriyê Salihê Heydo ji aliyê hinekan ve wek pirtûkxaneya gerok tê binavkirin, ji ber ku ew bêtirî 50 salî xemxur û hezkiriyê ziman û edebiyata Kurdî ye.
Rêvebirîya xweser di belgeya dahata xezîna giştî ji bo dezgehên nêzîkî xwe eşkere kir ku tê de texmîn dike 400 milyon dolar dahata petrolê, 120 milyon dolar dahata gumrikê û 14 milyon dolar dahata bacê werbigire. Li gorî yasa bûdceya sala 2024an kêmasîya darayî wê bighêje 389 Mileyon $.
Pirtir bar ke