Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Axaftina Serkirdeyê HTŞê Bi Erênî Dinirxînin


Syrian Kurds
Syrian Kurds

Roja Yekşemê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pêşwazî li daxuyaniyên serokê Heyet Tehrîr El-Şam, Ehmed el-Şeri’ yên derbarê kurdan de kir, û ew bi erênî nirxand.

“Em van daxuyaniyan bi qîmet û erênî û avaker dibînin,“ PYD got.

El-Şeri’ ku wek Ebû Mihemed el-Colanî jî tê nasîn û niha li Dîmeşqa paytext desthilatdar e, doh Şemiyê di bersiva xwe de li dor Kurdan got Kurd beşekî sereke ne ji Sûrîyê.

Li alîyekî din, partîyên Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûrîyê (ENKS) ê jî ev daxuyanî bi erênî nirxand.

Ekrem Hisên ku endamê hemahengîya giştî ya ENSKê ye, ji Dengê Amerîka re got ku ev gavek erênî ye.

"Pêwîste bi nûnerên kurdan re têkilîyan bike û mafê kurdan nas bike," Hisên got.

Serkirdeyê HTŞ derbarê koçberên Efrînê jî axivî, û got pêwîste vegerin ser mal û milkên xwe.

Zekerîya Efrînî ku koçberekî ji Efrînê ye û li Qamişlo dimîne ji Dengê Amerîka re tirsa xwe ya vegera Efrînê di vê rewşê de veneşart.

"Bêyî garantorên navneteweyî, dê vegera me ne pêkane be," Efrînî got.

Di vê çarçoveyê de jî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya daxuyaniyên el-Colanî kir.

Kurdên Sûrîyê hêvî dikin ku el-Colanî di gotinên xwe yên derbarê kurdan de dilsoz be, û kurd di diyaloga siberoja Sûrîyê de neyên dûrxistin, û di destûra Sûrîya nû de mafê kurdan were naskirin.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:03 0:00

XS
SM
MD
LG