Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desthilatdarên Sûrîyê Dibistanan Ji Nû Ve Vedikin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Xwendekar li Sûriyê roja Yekşemê vegeriyan dibistanan piştî ku desthilatdarên nû yên welat ferman da ku dibistan ji nû ve vebin wek nîşanek bihêz a asayîbûnê, hefteyekê piştî ku serhilda derbasî paytextê bûn di rûxandina dramatîk a serok Beşar el-Esed de.

Rêberê nû yê defakto yê welat, Ehmed el-Şeri’, rûbirûyê dijwariyek mezin dibe ji bo ji nû ve avakirina Sûriyê piştî 13 salên şerê navxweyî ku bi sed hezaran kes kuştin. Bajar hatin bombekirin; aborî ji ber cezayên navneteweyî têk çû, û bi milyonan penaber hîn li kampên li derveyî Sûriyê dijîn.

Karbidestan got ku piraniya dibistanan roja Yekşemê li seranserê welêt vebûn, ku roja yekem a hefteyê ye li piraniya welatên Erebî. Lêbelê, hin dêûbav ji ber nezelaliya rewşê zarokên xwe neşandin dibistanê.

Dema ku Sûriyê dest bi hewldana ji nû ve avakirinê dike, cîranên wê û hêzên din ên biyanî hîn jî helwestek nû li ser wî welatî peyda dikin, piştî hefteyekê ji hilweşandina hikûmeta Esed ku ji aliyê Îran û Rûsyayê ve dihat piştgirîkirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen roja Yekşemê got ku ew hêvî dike ku bi lez dawî li cezayan were, ji bo hêsankirina başkirina aborîyê.

"Em ê hêvîdar bin ku bi lez dawî li cezayan were da ku em bi rastî li dora avakirina Sûriyê kom bibin," Pedersen got dema ku ew gihîşt Şamê ji bo ku bi hikûmeta demkî ya Sûriyê û rayedarên din re bicive.

Dîplomatên payebilind ên Amerîka, Tirkiyê, Yekîtiya Ewropî û welatên Ereb roja Şemiyê li Urdunê civiyan û wezîrê derve yê Amerîka Antony Blinken got ku wan li hev kir ku divê hikûmeta nû li Sûriyê rêzê li mafên hemî pêkhateyên Sûrîyê bigire.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG