Îro Yekşemî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî derbarê rewşa Sûriyê û daxuyaniyên Ehmed el-Şeri’ fermandeyê giştî yê Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) de, daxuyaniyek belav kir.
Mesûd Barzanî derbarê rewşa Sûriyê de ragihand ku, "min gotareke birêz Ehmed el-Şeri’ ya derbarê gelê kurd li Sûriyê de dît. Hêvîdarim ku ev bibe destpêk ji bo rastkirina rêça dîrokê û serrastkirina muameleya çewt li gel gelê Kurd li Sûriyê.”
Barzanî got: Ev nêrîn dê rê li ber avakirina Sûriyeyeke bihêz veke û divê Kurd, Ereb û hemû pêkhateyên din li Sûriyê ji vê derfetê sûd werbigirin û bi hev re beşdarî avakirina Sûriyeyeke aram, azad û demokratîk bibin.
Roja Şemiyê Ehmed el-Şeri’, di peyameke vîdyoyî de gotibû ku "Kurd dê bibin beşekî girîng ê siberoja Sûriyê û ew jî weke me rastî gelek zordestiyan hatin…Destûra Sûriyê dê ji aliyê komîteyên taybet ve were amadekirin û nirxandin."
Çekdarên Heyet Tehrîr el-Şam û hevalbendên wê, di yekem pêngava xwe de êrişî bajarê Helebê yê Sûriyê kirin û berdewam kirin, heta ku 8ê Kanûnê bi temamî dawî li desthilata 53 salan a malbata Esed anîn.
Li gorî çavdêrên siyasî, îradeya Amerîka û welatên bihêz û hevalbendên ku li Sûriyê guhertinan pêk anîne yan bi gotineke din rêkeftin û lihevkirinên di navbera welatên eleqedar de, sedema sereke ya rûxandina rêjîma Esed bû û di avakirina Sûrîyê de, divê bi awayekî ku berjewendiyên wan li ber çavan bê girtin.
Çavdêrê siyasî Dilêr Ebdullah ji Dengê Amerîka re got: "Ti hêz nikare li dijî planên Amerîka û hêzên mezin tevbigere."
“Eşkere ye ku Amerîka û hevalbendên wê xema kurdan dixun û dixwazin di siberoja Sûriyê de rolekê bidin wan, lê bi awayê ku li ser hatiye lihevkirin, gotinên el-Şeri’ dikarin bi awayekî cuda werin şîrovekirin, ango kurd û PKK di wê wateyê de cuda ne, ku el-Şeri’ û Sûriyeya nû kurdan wek kurd qebûl dikin, ne wek PKK.”
Hêjayî gotinê ye ku şervanên Kurdên Sûrîyê dibêjin wan ti pêwendîyeke rasterast li gel PKKê nîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên wê çendîn caran daxwaz kirine ku di avakirina hikûmeta nû ya Sûriyê de mafên hemû pêkhateyan neyê binpêkirin û Kurd jî bi awayekî çalak beşdarî pêkanîna hikûmeta nû bibin.
Ebdullah got, eger Kurd li ber xwe nedin û weke ku tê çaverêkirin dernekevin pêş, helbet dê Tirkîyê ku alîyekî girîng ê hevpeymanîyê ye pirsgirêkan ji bo çê bike.