Li Tirkîyê di gelek platforman de rola Kurdan ya li Sûrîyê tê nîqaşkirin. Rêxistinên sîvîl û demokratîk radigîhînin ku di nav Sûrîyeyeke demokratîk de Kurd di nav ji nû damezirandina Sûrîyê de pêkane ku roleke girîng bilîzin.
Lê sîyaseta desthilata Tirkîyê li gor vê nerînê gelek cuda derdikeve pêş. Wezîrê Derva yê Tirkîyê Hakan Fîdan di rojên borî de ragihand ku PYD û YPG ji PKK pêk hatine, pêdivîye ku ew hêz ji Sûrîyê derkevin.
Pisporê hiqûqa navnetewî Dr. Riza Turmen, ku di nav qada hiqûqa navnetewî de wek otorîteyeke derdikeve pêş, ev helwesta desthilatîyê ji Dengê Amerîkayê şîrove kir. Turmen radigîhîne ku ji nû de avakirina Sûrîyeke demokratîk bê Kurdan pêkan nîne.
“Pêştir li Sûrîyê dewleteke Şî’î-Misliman hebû, lê îro jî HTŞ dixwaze ku dewleke Sunî-Misliman damezirîne. Tirkîye di vî warî de jî alîkarîyê dide. Li vê derê nifûseke mezin ya Kurdan jî heye. Îro Tirkîyê naxwaze vê yekê bibîne. Ez li vir dipirsim gelo hûnê Kurdan çi bikin. Di dahatûya Sûrîyê de gelo ji bo Kurdan cî tunene? Bersîva vê pirsê pêwîste were dayîn. Dibêjin ew terorîstin, ango Kurdên ku li vê derê dijîn terorîstin?”
Prof. Dr. Riza Turmen demeke Dadrêsîya Dadgeha Mafên Mirov ya Ewrupayê jî kiribû, ew gava rewşa Sûrîyê di nav xeta navnetewî de dinîrxîne, di derheqê rewşa Kurdan ya Sûrîyê de jî wiha dibêje:
“Li vê derê pêdivîye ku hemû gelên Sûrîyê di ber çav re were derbaskirin û dewleteke demekratîk were sazkirin. Rêbazên hiqûqa navnetewî jî vîya dixwaze. Lê îro desthilatîya Tirkîyê rabûye dibêje YPG, PYD bila biçe. Evana tiştê rast nînin û rasteqînê jî dîyar nakin. Lê li vê derê dewleteke demokratîk pêdivî ye, li vê derê dewleteke netewî na, dewleteke Ereb na, hewceye ku dewleteke ku tevahîya gelan bigire nav xwe pêk were û ji bo vê jî lazime Komareke Demokratîk were damezirandin û Tirkîyê jî ji vê re, rê veke.”
Li gor pisporên sîyasî û dîplomatîk piştî rejîma Esed, li Sûrîyê wê sîstemeke çawa pêk were hê zelal nîne. Lê li vê derê pirsa sereke ew e ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) pêkane ku bikaribe her kesî hembêz bike?
Li gorî geşedanên dawî dîyar dibe ku Tirkîyê yekser piştgirîyê dide HTŞ’ê. Lê li vê derê nakokîye esasî ewe ku Tirkîyê HTŞ hêjî wek rêxistineke terorîst pênase dike. Ana Tirkîyê her çiwas wisa bibîne jî li gel HTŞ pêwendîyê xwe êdî eşkere pêk tîne.
Çend rojan berê Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şamê li gel rêberê HTŞ hevdîtin pêk anî û herî dawî jî Tirkîyê li Sûrîyê Balyozxaneya xwe car din vekir. Rayedarên Tirkîyê radigîhîn ku ewê Sûrîyê ji nû de ava bikin lê bê YPG û PYD’ê.
Çalakvana ku li ser çareserkirina nakokîyên sîyasî kar dike, Nurten Ertugrul, ev helwesta desthilatîya Tirkîyê ji Dengê Amerîka re nirxand. Li gor Ertugrul heke Tirkîyê li Sûrîyê Kurdan ji nav hevkêşeyê durbixîne, pêkan nîne ku li Sûrîyê çareserîyek pêk were.
“Pirsgirêka Kurd îro bûye pirsgirêke cîhanê. Ana li çar perçeyan jî em vîya dibînin. Di demên dawî de li Sûrîyê rewşeke taybet derket holê. Heke di nav vê hevkêşeyîyê de Kurd neyên dîtin, li Sûrîyê kes bila li benda çareserîyeke nebe. Ji bo çi vîya dibêjim, di nav van çar dewletan de dema Kurd nebin xwedî maf, krîza van dewletan jî çareser nabe. Heta îro ev hatin tecrûbekirin. Ez wisa dibînim ku di damezirandin Sûrîyeke nû de Kurd wê roleke pir girîng bigirin.”
Hêjayî balkişandinê ye ku li Stenbolê ji ber çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek rewşenbîr, hiqûqnas, nivîskar hatin ba hev û îmza dan ku bila pirsgirêka Kurd li Tirkîyê were çareserkirin.