Bi ketina rêjîma Esad re li Sûrîyê rewşek awarte li Sûrîyê derketîye hole û çekdarên Sûrî yên girêdayî Tirkîyê û artêşa Tirkîyê êrîşan li Minbic û Kobanî dibin ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD).
Di nava vê rewşê koalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê de zengilê xeterîya vegera Daişê lêdide.
Berpirsên Rêvebirîya Xweser ta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dibêjin ku êrîşên Tirkîyê bala wan ji şerê dijî Daişê dibe, û di encamê de fişara ewlekarî ser şaneyên Daişê sivik dibe.
Li herêmên kurdên Sûrîyê yên li jêr kontrola HSDê, 27 girtîgeh bêhtirî 10 hezar girtîyên Daişê dihewînin û bi êrîşên berdewam li ser HSDê û mijûlbûna HSD bi bersîvdana êrîşan, tirs heye ku bi hezaran girtîyên Daişê birevin.
Di Mijara Rojê de, Zana Omer vê mijarê û xalên din ên girêdayî wê li gel rojnamevan Zana Elî ji Reqayê û pisporê karûbarên Daişê Emced Kurdo gotûbêj dike.
Elî dibêje ku “êrîşkarên ser Kobanî ku bi navê Ceyş el-Wetenî tên nasîn di milê ramanên xwe de ne dûrî Daişê ne, û piranîya wan endamên Daişê yên berê bûn.”
Kurdo, ji alîyê xwe ve bal kişand ser rola HSDê di parastina kampa Hol de, û got “bi hezaran zarokên ku temenê wan di navbera 12 û17 salî de hene ku bi hêsanî ji alîyê Daişê ve tên leşkerkirin.”
Jibo guhdarîkirina li Mijara Rojê fayla deng vekin: