Piştî 14 salan ji alozîya Sûrîyê, Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) ligel çekdarên din di 13 rojên şer û pevçûnan de derbazî Şama paytext bûn û rejîma Beşar Esad rûxand. Niha HTŞ li Sûrîyê desthilatdar e û hikûmeteke demkî bi rêve dibe.
Li alîyekî din, çekdarên bi ser Tirkîyê ve, êrîşeke berfireh birin ser Minbicê, ku ji alîyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve dihat control kirin. Êrîşker gihîştin rojhilatê çemê Firatê û dest bi êrîşeke berfireh ya ser Kobanî kir, berî ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bersîvê bide û wan vegerîne rojavayê Firatê.
Bi navbeynkarîya Amerîka, HSD û Tirkîyê gihşştin agirbestekê, ku HSD şervanên xwe ji Minbicê vekişîne û grûpên ser bi Tirkîyê ve çemê Firatê derbaz nekin.
Wekî, Ehmed Şeraa, ku bi navê Ebû Mihemed el-Colanî jî tê nasîn, cara yekê peyamek da Kurdan ku ewê di siberoja Sûrîyê de beşdar bin.
Di heman demê de fermandarê giştî yê HSDê Mazlum Ebdî bang li partîyên Kurdî kir ku yekrêzîya xwe ya sîyasî ava bikin û jibo danûstandinan ligel desthilatdarên nû yên Şamê amade bin.
Ev xal û xalên din bi mêvanên Mijara Rojê, sîyasetvan Ekrem Hisên, Welîd Çolî ji Navenda Firat ya Lêkolînan û rojnamevan Ridwan Bêzar ji Kobanî hat nirxandin.