Artêşa Tirkîyê şeva Şemiyê êrêşên xwe ser herêma kurdên Sûrîyê berfireh kir.
Şer û pevçûn di navbera HSD'ê û çekdarên bi piştevaniya Tirkîyê de li bendava Tişrîn û pira Qereqozaq û gundewrê Minbicê berdewam in.
Doh Înê 10 Çile, Li herêma Dêrikê ya bakur û rojavayê Sûrîyê devera Koçeran, Çiyayê Qereçox, gundê Teqal Beqal û gundê Şirik hat armacn girtin.
Her wisa dironek Tirkîyê otombîleke sivîlan li gundê Xana Sarê armac girt.
Li gorî daxuyanîyekê ji alîyê Asayîşê ve ku di encama amancgirtina otombîlê de 2 sivîl hatin kuştin û û sivîlek jî birîndar bû.
Rojnamevan Jîro Mîtanî ku li herêmê dimîne û bi Dengê Amerîka re kar dike tekez kir ku êrîş li nêzîkî kampa Roj ya taybet bi malbatên Daişê pêkhat.
"Otombîla armanckirî bi ser Rêveberîya Xweser bû,"Mîtanî got.
Li alîyekî din, şeva Înê artêşa Tirkîyê bi top û hawanan herêma Tiltemirê ku li bakurê Hesekê dikeve armanc girt.
Topên artêşa Tirkîyê gundê Um Xêr li navçeya Tiltemirê armanc girt, li gorî agahîyan ku zîyanên canî tune bûn.
Rojnamevan Muntesir Mîrzo ku li bajarokê Zerganê ya herêma Tiltmierê dikeve ji Dengê Amerîka re tekez kir ku êrîşên esmanî û bi topan seranserê herêma xeta cûdakar li başûrê Tiltemirê armanc girt.
"Ser dirêjahîya 30 Km ser xeta cûdakar li başûrî Tiltemir li rastî êrîşan dijwar hat,"Mîrzo got.
Ji 8'ê meha borî de, çekdarên Sûrî ku bi navê Artêşa Niştîmanî xwe didin nasîn , bi biştîvanîya hêzên esmanî û topan ji alîyê artêşa Tirkîyê ve êrîşên tund tînîn ser HSD'ê li Minbic, benava Tişrîn, û pira Qereqozatê.
Li gorî agahîyan ku şerên giran li gundewarê başûr û rojavayê Minbicê navbera herdû alîyan de diqewim in.
Artêşa Tirkîyê bi top, dironan û balafirên cengê HSD armanc digire, lê heya dema amadekirina vê raporê li gorî HSD hemû êrîş tên şikênandin.
Her wisa herêma Kobanîyê jî, balfirên şer yên Tirkîyê deboyên genim li bajarokê Sirînê du caran armanc girt.
Tirkîyê berdewam dibêje, ku ew cûdahîyê naxîne navbera PKK'ê û HSD'ê de, li Sûrîyê, wan armanc dike, kurdên Sûrîyê jî tekez dikin ku Tirkîyê hebûna kurdan li Sûrîyê armac digire.
Tevî hewlên berdewam ji alîyê Amerîka ve ku agirbestek mayînde navbera Tirkîyê û HSD'ê li Sûrîyê pêkbîne, lê heya niha dîyare ev hewildan bê encam mane û êrîşên Tirkîyê sînorê rojavayê çemê Firatê derbas dike û êrîşên xwe li seranserî herêmên kurdî li Sûrî pêktîne.