Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Minbicê Tevî Agirbestê Pevçûn Didomin, li Dêrezorê jî HSD Vedikişe


Dîmeneke şervanên HSD.
Dîmeneke şervanên HSD.

Li bajarê Minbicê yê bakurê rojhilatê bajarê Helebê, piştî du hefteyan ji şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û çekdarên Sûrî yên bi ser Tirkîyê ve, HSD agirbestek ragihand.

Ji 27'ê Mijdarê ve, çekdarên bi ser Tirkîyê ve êrîşek ji sê alîyan anîne ser HSD li Minbicê. Roja Duşemê, Minbic ji alîyê çekdaran ve hat dorpêçkirin û di nava bajêr de şer û pevçûnan berdewam kirin.

Do Sêşemê çekdarên ser bi Tirkîyê ve berê xwe da pira Qereqozakê ku deverên rojavayê çemê Firatê bi rojhilatê Firatê ve girêdide. Li wir çekdaran xwest berî bidin Kobanîyê, lê HSD bersiv da û çekdarên êrîşkar vekişîyan qiraxa rojava.

Fermandarê Giştî yê HSD Mazlûm Ebdî derengî Sêşemê ser platforma "X" ragihand ku HSD bi navbeynkarîya Amerîkayê li bajarê Minbicê rêkeftineke agirbestê pêk anî.

"Di dema ku berxwedana şervanên me li bajarê Minbicê jibo rawestandina berfirehkirina êrîşan ji aliyê rojavayê Firatê ve didome, me bi navbeynkariya Amerîkayê li Minbicê jibo parastina ewlehîya sivîlan rêkeftineke agirbestê pêk anî," Ebdî got.

Fermandarê HSDê tekez kir ku Armanca wan ji agirbestê ew e ku agirbest li tevahîya xaka Sûrîyê pêk were.

"Jibo paşeroja welêt, emê bikevin nav pêvajoya sîyasî de," Ebdî da zanîn.

Li vê demê de, li devera Kobanîyê êrîşên dronan berdewam in. Çekdarên bi ser Tirkîyê ve îro Çarşemê deverên rojhilatê Firatê bombebaran kirin.

Heta dema amadekirina vê raportê, bi kêmasî dronên Tirkîyê Reqa, Kobanî û Eyn Îsa armanc dike. Tirkîyê di daxuyanî derbarê êrîşên vê dawîyê nedaye.

Li Kobanîyê, roja Çarşemê Tirkîyê 4 caran bi dronan êrîş pêk anîn

Rojnamevan Ridwan Bêzar, ku bi Dengê Amerîka li Kobanîyê kar dike, tekez kir ku di encama wan êrîşan de 3 kes hatin kuştin û zêdetirî 5 kesan jî birîndar bûn.

"Di nava qurbanîyan de jin û zarok û tîmên saxlemîyê jî hene," Bêzar got.

Li bajarê Reqayê jî Êrîşan Dironan pêkhatin

Îro Çerşemê û heta dema amadekirina vê raportê, dronên Tirkîyê 3 caran li Reqa armanc girtin, li gor agahîyên xwecihî. Lê agahîyên zîyanên canî nehatin piştrast kirin.

Reqayê ku peytexta dekakto ya DAIŞ bû, piştî rizgarkirina wê sala 2017’an careke din hat avakirin. Di salên dawî de bi deh hezaên derbiderên Sûrî xwe lê girtine.

Rojnamevan Zana Elî, ku li Reqayê dimîne, dibêje ku êrîşên Tirkîyê metirsîyeke mezin di nava civakê de derxistîye holê.

"LI Reqayê 200 dibistanên ku bi hezaran derbiderên Şehbayê lê hatin bicî kirin hene," Elî got.

Nexşeya Kontrolê li Dêrazorê

HSD Sêşemê bi şev, li Dêrezorê ji qiraxa rojava ya çemê Firatê vekişî û vegerîya bingehên xwe li rojhilatê Firatê. HSD’ê ew dever radestî çekdarên odeya operasyonên hevbeş ya ku Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) serwerîya wê dike, kir.

Roja Îna borî, bi têkçûna rejîma Esed re, HSD derbasî bajarê Dêzrezorê û qiraxa rojavayê Firatê bûbû.

Rêberên HSD dibêjin ku tevgera wan wê demê bi mebesta rêgirtina li ber DAIŞê bû.

Dêrezorê û navçeyên wê berî ketina Esed, deverên herî zêde ku şaneyên DAIŞê û mîlîşyayên ser bi Îran ve lê çalak bûn.

Bi ketina Esed, çavdêr bawer dikin ku mîlîşyayên ser Îranê ve, bi taybetî yên xwecihî û çekdarên DAIŞê bi navê HTŞ tevdigerin da ku rewatîyê bidin hebûna xwe.

Rojnamevan Egîd Mişmiş dibêje ku metirsîya herî mezin vegera DAIŞê ye.

"Hemû nîşanên heyî li Dêrezorê û Badîya naverasta Sûrîyê, vegera bihêz ya DAIŞê dîyar dikin," Mişmiş got.

Raporta Deng ya Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:42 0:00
XS
SM
MD
LG