Roja Sêşemê hevdîtinek di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim de li Hewlêrê pêk hat.
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) konferansa xwe ya 5ê li Enqere lidar xist û daxwaza alîyên sîyasî yên Kurd li başûrê Kurdistanê kirin.
Wezîrê derve yê Rûsya di daxuyanîyekê de dibêje, gereke hevkarî ligel koalisyona navnetewî ya bi serkêşiya Amerîka di şerê dijî DAIŞ de hebe.
Pêlên koçkirina xelkê Sûrîyê ber bi welatên Ewrupayê ve berdewam in, ligel hezaran kesên ku sînorên çend welatan derbas kirine jibo gihiştina Nemsa û Almanyayê.
Pêlên koçberan ber bi Ewrupayê ve her diçe zêdetir dibin, li vê dema ku dawî ji krîzên Rojhilata Navîn re diyar nabin.
Gendelî li Îraqî ketiye bingeha dewlet û çareserkirina wê jî ne hêsan e, herçend e serokwezîrê Îraqê dest bi reforman kiriye û hejmareke karbidestên bilind dûr xistiye.
Hilbijartinên 7'ê Hezîranê çend guhertinên sereke di siyaseta navxweyî û derve yên Tirkîye de peyda kirine.
Li vê dema ku pêlên penaberan, bi taybet ji Sûriyê, ber bi Ewrupayê ve diçin, gelek welatên Ewrupayî wê yekê didin ber çavên xwe ku jimarên mezin ji van penaberan bihewînin.
Wêneya termê zarokê Kurd Alan ku do li peravên Derya Ege xistibû dilê mîlyonan birîn kir û bala bîragiştî careke din anî ser kêşeya penaberan
Piştî 2 salan ji pêvajoya aştîyê di navbera hikometa AKP û rêberê PKK Ebdula Ocelan danustadîn bê encam bûn û şerek peyda bo ku hevdembo digel tevlî bona Tirkiye di hevpeymanîya nêv netewey
Kaplan dibêje, di hilbijartinan de HDP wê serkeftinake mezin dest bixe jiber ku ew hilbijartin navbera aştîxwazan û şerxwazan de ye
Coşkun dibêje, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê PKK dest bi şer kir, lê piştî teqîna Sirucê ew şer bû bi awayekî fermî
Serokomarê Tirkiyê ragihand ku hilbîjatînên pêşwext wê li meha 11 bêne kirin, ragihandina Serok Receb Tayyip Erdogan ji 2 roj berî danûstandînên pêkanina hikûmetê bidawî were
Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura planeke nû jibo çareseriya krîza Sûriyê pêşkêşî hikûmet û opozisyona Sûrî kiriye.
Serokê Tirkiyê berî bidawîhatina dema danustandinên taybet bi pêkanîna hikûmeteke hevbeş, ragehand ku yekê meha 11'ê (November) wê hilbijartinên pêşwext bêne kirin.
Hevserokê HDP Selahattîn Demîrtaş li daxuyanîyekê dibêje em pêdaçûnê biser beşdarîkina hikûmeta nû ya Tirkiye dike
Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî dest bi nexşeyeke reforman dike, piştî nerazîbûna xelkê gihiştî bilindtirîn ast, nehêlana gendelîyê li Îraqî ne bi hêsanî ye û divê palpiştîyeke bihêz hebe da bidawî bibe.
Hinek raport diyar dikin ku lihevhatinek sê alî di navbera Rûsya, Sûrîyê û Erebistana Saudî de hate pêkanîn. Lihevhatin derbarî rewşa Sûrîye ye û peydakirina çareseriyê jibo şerê navxweyî li wir.
Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov di ragihandinekê de diyar kir ku Tirkiyê 5 hezar leşker amade kiriye, da derbasî herêma Helebê ya Sûrîye bibin.
Şandên HDP serdana Başûrê Kurdistanê û Ewropayê dikin weku hewlek jibo ragirtina şerî li navbera hikûmeta Tirkiyê û hêzên PKK û da careke din vegerin danustandinên aştîyê.
Pirtir bar ke