Pêlên koçkirina xelkê Sûrîyê ber bi welatên Ewrupayê ve berdewam in, ligel hezaran kesên ku sînorên çend welatan derbas kirine jibo gihiştina Nemsa û Almanyayê.
Rojnamevan Sîrwan Hecî Berko bo dema çend rojan li Hungarya (Meceristan) bû û di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka behsa serpêhatiyên van penaberan dike.
Ew dibêje, pêşwazîyeke baş li penaberan tê kirin û alîkarî jî ji wan re heye.
Birêz Berko herwisa got, hejmara Kurdên penaber jî gelekî kêmtir e ji ya Ereb û netewên din, lê bi giştî bêhêvîbûna xelkê egera sereke ya koçberiyê ye.