Hevserokê partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Salahettin Demirtaş, wekî gavek jibo dubare destpêkirina pêvajoya aştîyê, daxwaza agirbesteke yekalî ji PKK’ê dike.
Di hevpeyvîn Dengê Amerîka de, mamosteyê Zanîngeha Dîcle Dr. Vahap Coşkun dibêje, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê PKK dest bi şer kir, lê piştî teqîna Sirucê ew şer bû bi awayekî fermî.
Coşkun herwisa got, pevçûnên niha ne di qezenca PKK û Kurd û Tirkiye de ye û eger rêberê PKK’ê biryara agirbestê ragehîne, ewê Qendîl wê şer rawistîne.