Wezîrê derve yê Rûsya di daxuyanîyekê de dibêje, gereke hevkarî ligel koalisyona navnetewî ya bi serkêşiya Amerîka di şerê dijî DAIŞ de hebe.
Lê endamê Hevpeymanîya Niştîmanî ya Sûrî Hewas Xelîl dibêje, mebesta Rûsya mana rejîma Başar Esed di her veguhestinek siyasî li Sûrîyê de ye.
Birêz Xelîl herwisa got, gelê Sûrîye piştî pirtir ji 4 salan ji kuştin û wêranî û awarebûna xelkê, bi mana Esed qayîl nabe.