Şandên HDP serdana Başûrê Kurdistanê û Ewropayê dikin weku hewlek jibo ragirtina şerî li navbera hikûmeta Tirkiyê û hêzên PKK û da careke din vegerin danustandinên aştîyê.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerêka, nivîskar û şarezayê siyasî Xelîl Baran dibêje, siyaseta Kurdan dixwaze pêvajoya aştîyê careka din destpê bike.
Birêz Baran got, "bi dîtina min gerek e cudahî di navbera çareserkirina doza Kurdan û pirsa destberdana PKK'ê bo çekan de hebe."