Li vê dema ku pêlên penaberan, bi taybet ji Sûriyê, ber bi Ewrupayê ve diçin, gelek welatên Ewrupayî wê yekê didin ber çavên xwe ku jimarên mezin ji van penaberan bihewînin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, hevserokê rêxistina Hawar ya Mafên Penaberan Hozan Efrînî dibêje, sedemên koçberîya xelkê ji welatên ne aram zor in, lê gerek e welatên Ewrupayê bi şêweyekî baştir danûstandinê ligel vê doseyê bikin.
Birêz Efrînî herwisa gote, jibo mebestên siyasî, destê Tirkiyê di vê koçberiyê de heye.