Partiya Dad û Pêşvebirinê (AKP) konferansa xwe ya 5ê li Enqere lidar xist û daxwaza alîyên sîyasî yên Kurd li başûrê Kurdistanê kirin.
4 alîyan daxwaza AKP qebûl kir, li vê dema ku deverên Kurdan li Tirkiye ketine ber êrîşên artêşa Tirkiyê û jimareke sivîlên Kurd bûne qurbanî.
Serokê Kurd PEN Şêxmus Sefer di hevpeyvîneke Dengê Amerîka de dibêje, beşdarbûna alîyên Kurdên Başûr wê bandoreke xirab ji hêla hest û derûn û Kurdistanîbûnê ve li xelkê Bakur bike.
Birêz Sefer herwiha da zanîn, em rewşa siyasî û diplomasî li ber çav digirin lê hikûmeta Başûr li gor prensîpên diplomasî jî kar nekir.