Çalakvan dîyar dikin ku venekirina dergehê Til Koçer û negihiştina alîkariyên mirovî jibo bakur û rojhilatê Sûrîyê, bandoreke neyînî li rewşa mirovî li kampan herwiha li jîyana 4 milyon rûniştvanên herêmê, dike.
Hersal û di her cejnê de, Kurdên Sûriyê serdana goristanên cangorîyan dikin û cejna wan pîroz dikin. Sibaya Çarşemê roja yekê ya cejna qurbanê, li penageha Şehba ya derbiderên Efrînî herwiha li bajarê Kobanê, welatî çûne serdana goristanan.
Rêxistinên ku name îmze kirine, dilgiranîya xwe ji paşguhkirina mijarên bingehîn yên girêdayî bakur rojhilatê Sûrîyê di Konferansa 7'ê ya Brûkselê de, diyar kirin.
Li penageha Şehba li bakurê Helebê zêdetirî 100 hezar derbiderên Efrînî dimînin, Mihemed Gedro yek ji wane, ku li Efrînê şitlgeha wî ya daran hebû û bi milyonan şitlên daran çandibûn, ku li penabertîyê ji 5 salan de ew vê karê xwe li penageha Şehba dewam dike ku bi hêvîya vegerê şitlên daran diçîne.
Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da ku çekdarên DAIŞê yên di zindanên wê de desteserkirî ne, bîne pêş dadgehên xwe û wan darizîne. Ji bajarê Reqayê, ku DAIŞê weke paytext ji xwe re destnîşan kiribû, çend rûniştvanan nerînên xwe li dor dadgehkirina çekdarên DAIŞê parve dikin.
Xwepêşanderan bêdengîya Rûsya li hember êrîşa ezmanî ya Tirkî ku duh li dijî erebeyeke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk hatibû, şermezar kir.
Jineke Efrînî ya derbider tevî ku li kampê dijî, dest ji evîna xwe ya çîçekan bernade û jîyana xwe bi kulîkêên rengûreng û behnxweş dixemilîne.
Li kampeke derbiderên Efrînî li penageha Şehba, taxek bi navê “Taxa Kulîlkan” hatiye bi nav kirin, ku rûniştvanên kampê li derdora konên xwe kulîlk û çîçek çandine, da ku xeml û şênkahîya warê wan Efrîn zindî be li ber çavên wan.
Gera çarê ya sempozyuma Rojava ya hunera şêwekarî li bajarê Kobanê pêk tê. Di sempozyumê de 20 şewekar ji deverên Bakur û Rojhilata Sûrîyê beşdar dibin, tabloyên xwe xêz dikin.
Pirtir bar ke