Xwepêşandan û grevên gelêrî li parêzgeha Suweyda ya başûrê Sûrîyê, ev çend roj in berdewam dikin.
Li gor jêderên xwecihî, bizava çêdibe piştî biryara dawî ya hikûmeta Sûrî bi buhakirina sotemenîyê destpê kiriye, lê balkêş e ku daxwaz û sloganên sîyasî jî tên hildan.
Reyan Merûf, çalakvanê ji Suweyda û edîtorê platforma (Suweyda24), dîyar kir ku daxwaza serekî yên gel û xwepêşanderan guhertina sîyasî ye.
Wî got ku di piranîya xwepêşandan û daxuyanîyên tê xwendin de tekezî li ser biryara 2254 ya neteweyên yekbûyî tê kirin.
“Gel bawer dike ku rêya çareserîyê ya tekane guhertin e, loma ew jibo xwestina guhertina aştîyane ji desthilatê re derdikevin xwepşandanê, neku mazotê dixwazin yan şoreşa biçîbûnê ye. Gel îro di krîzê de dijî û nikare jê derkeve heta ku guhertin çêbibe.”, Merûf dîyar kir.
Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Suwayda ji destpêka şerê li Sûrîyê sala 2011an de, jêr kontrola rejîmê mabû.
Lê ji sala 2020an û vir ve bizava nerazîbûnê li vê herêma ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne, zêde bûye. Herwiha li gor wêne û dîmenên tên belav kirin di xwepêşandanên vê dawîyê de siloganên rûxandina rejîmê jî tên bilind kirin.
Li ser berteka hêzên ewlekarîya rejîmê li hember van xwepêşandinan, Merûf da zanîn ku ta niha ti girjî yan pevçûn derneketine.
Wî hişyarî ji derketina tuneyê da û got ku, “Li Suwayda gelek girûpên çekdar hene û tê zanîn civaka deverê girêdayî hev e, loma rejîm dê zû tundîyê bikar neyîne, lê ev yek jê ne dûr e ku bike, eger bû jî dê pir metirsîdar be, çimkî dê bibe sedema gurbûna şerekî nû li Suwayda.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku krîza aborî li Sûrîyê her ku diçe kûrtir dibe, dirava Sûrî pir nizim bûye û rewşa xelkê ya jîyanî gelekî aloz bûye ku ji sedî 90 jêr asta hejartîyê de dijîn.
Ji alîyê xwe ve akademîsyen û rikaberê Sûrî Dr. Munzir Xedam dîyar dike ku birçîbûnê bandor li beşeke mezin ji Sûriyan kiriye, loma tevgerên nerazûbûnê çêdibin.
Xedam ku li Lazîqîyê ya beravê dijî, di bersiveke nivîskî de jibo pirsa Dengê Amerîka, ka çima ev bizava nerazîbûnê li Suwayda derdikeve û li deverên din yên jêr kontrola rejîmê de dernakeve, wî got ku,
“Tê zanîn ku desthilata rejîmê li Suwayda sînordar bûye, herwiha pêkhateyeke civakî ya mezin xwedî rêbertîya olî û siyasî li wê herêmê heye, lê rewşeke wiha li parêzgehên din nayê dîtin.”
Li ser rewşa berava Sûrî, Xedam dîyar kir ku, “Rejîmê li beravê, bi dehsalan rê nedaye ku rêbertîyeke siyasî yan olî derkeve holê, jiber vê yekê ez bi guman im ku serhildan yan bizavek li van deveran çêbibe, heya ku parêzgehên din wek Şam û Hums nelivin.”.
Herwiha pêvajoya sîyasî astengbûye, şîrovekar dibêjin ku rejîm bi erênî nêzîkî asayîkirina peywendîyan ligel welatên Ereb nebûye û însyatîfa (Gavek beramberî gavekê) qebûl nekirye.
Dr. Muzir Xedam dîyar dike ku ti çareserî di destê rejîmê de jibo krîza Sûrî tuneye, herwiha ji destpêkê de bi pêvajoya Cenêvê re cidî nebûye.
Li ser pirsa ka çareserî çi ye, Xedam bersivand ku, “Ji bilî çareserîyeke siyasî ya bingehîn û berfireh ku rejîma otorîter ya heyî biguherîne, û sîstemeke demokratîk, sekuler û nenavendî ava bike, tuneye. Lê xuya ye ev yek jî dê ne nêzîk be.”