Amerîka di vê dema dawî hêzên zêde dişîne rojhilata navîn, ku bi hezaran leşker herwiha gemî û balafirên şer yên pêşketî li bingehên xwe li herêmê belav dike.
Nivîskar û şîrovekarê sîyasî Cemîl Reşîd diyar dike ku di stratejîya Amerîka de roleke girîng ya Rojhilata Navîn heye, li qada Sûrî jî ev stratejî rûbirûyî Îran û Rûsya dibe, loma Amerîka dixwaze “hevsengîya tiresê” peyda bike.
Reşîd bawer nake ku rewşa leşkerî gur bibe, “Erê liv û tevgera hêzên Amerîka û Îran heye, lê danûstandin û dîyalog jî di nava wan de heye, loma ez bawer nakim rewş ber bi şerekî vekirî ve biçe, herwiha çiqas Amerîka û Rûsya di ragihandinê de davêjin hevdu, lê ew dixwazin hesabên xwe li ser axa Sûrîyê jihev bistînin”.
Çavdêr gavên Amerîkî bi girjîya ezmanî ya bi Rûsya re li Sûriyê, girêdidin, lê ya bêtir hişyarî jê tê dayîn, ku hevrikî û nakokîyên Amerîka û Îranê veguhere şerekî rasterast di navbera wan de li Sûrîyê.
Di vê derbarê de Desteya Hevrêziya Niştimanî ku beşekî opozisyona hundirîn ya Sûrîyê ye, dijberîya xwe ji veguherandina Sûrîyê jibo qadeke şerê navnetewî ragihand.
Nûr El-Wakî endamê nivîsgeha rêvebir di Desteyê de got ku rejîma Sûrî berpirsyar e, ku Sûrîye veguherî qadeke girjîyên navdewletî, çimkî Rûsya û Îranê anîn.
El-Wakî helwesta Desteya Hevrêzîyê wiha dîyar kir, “Em red dikin ku hêzên navdewletî nakokîyên xwe li ser axa Sûrîyê çareser bikin. Em hebûna hemû hêzên bîyanî û destwerdana wan şermezar dikin, herwiha daxwaz dikin ku biryara Konseya Ewlekarîyê (2254) were bicih kirin”.
Girjîya di navbera Rûsya û Amerîka de li Sûrîyê piştî şerê li Ukrayna zêde bûye, dawîya meha borî wezîrê berevaniya Amerîka bang li Rûsya kiribû ku pabendî yaseyên navnetewî yên esmanî be û dev ji "reftarên bêpirsyar" berde.
Lê girjî û alozîya hêzên Amerîka li Sûrîyê bi Îranê re pirtir derdikevin ku pir caran hevdu topbaran û bombebaran dikin.
Lêkolerê sîyasî Munzir Mihemed dibîne ku armanca Amerîka ji zêdekirina hêzan di vê demê de parastina berjewendîyên xwe ye li hemberî Îran û Rûsya.
“Du cemser çêbûne û herêmên di kirîzan de jî fireh bûne, loma zêdekirina hêzan ji alîyê Amerîka ve egera derketina şerê rasterast di navbera artêşan de kêm dike, lê pêkan e ku êrîşên mîlîşyayên bi ser Îranê ve li rojhilata Sûrîyê bidomin”, Mihemed got.
Li gor karbidestên Amerîkî, 900 leşkerên Amerîkayê li bakurê rojhilata Sûrî dimînin, wekî beşek ji Koalisyona Navnetewî ya dijî DAIŞê.
Li alîyê din, pasdarên Îranî û mîlîşyayên bi ser wê ve herwiha hêzên Rûsî li kenara çemê Feratê (rojava û başûrê Dêrazorê) belav dibin.