Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) roja Sêşemê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re bîlançoya çalakîyên xwe yên li dijî artêşa Tirk û komên çekdar di meha Tîrmehê de pêk anîne, ragihand.
Li gor daxuyanîya HRE'yê, şervanên wan 5 çalakî di meha borî de, li Ezaz, Bab, Marê û navçeya Şêrewa ya Efrînê, pêk anîne, di encama van çalakîyan de leşkerekî artêşa Tirk û 15 endamên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve hatine kuştin, dîsa 4 leşkerên Tirk û 8 çekdar jî birîndar bûne. Lê daxuyanîyê nedaye zanîn ku çi ziyan di nava şervanên wan de çêbûye yan na.
Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Rizgarîya Efrînê, komeke leşkerî ji law û qîzên Efrînê pêk tê.
Piştî dagirkirina Efrînê ji alîyê Tirkîyê ve, wan di dawîya sala 2018'an de yekem çalakîya xwe li dijî artêşa Tirk pêk aniye, ku li gor malpera wan ya fermî ew dîrok dema damezrandina wan e.
Hejmara şervanên HRE'yê eşkere nîne, lê çavdêr texmîn dikin ku ew çend hezar in û li gundewarên bakurê Helebê û di nav de Efrîn û Şehba, belav dibin.
HRE çalakîyên xwe dixe çarçoveya berxwedana li dijî dagirkerîyê û bersivdayîna li hember erîşên artêşa Tirk, ku ji dema damezrandinê de HRE'yê gelek çalakî li dijî bingeh û xalên leşkerî yên artêşa Tirk û komên çekdar li Efrîn û gundewarên Helebê, pêk anîne.
Hêjayî balkişandinê ye ku artêş Tirk û komên çekdar bi berdewamî herêma Şehba û nahîya Şêrewa ya Efrînê topbaran dike, herwiha bi dronan dike armanc, ku pirî caran sivîl ji şênîyên deverê û derbiderên Efrînî ku lê dimînin, dibin qurbanî.
Di vê derbarê de, ragihandina leşkerî bîlançoya van êrîşan di meha Tîrmehê de ragihand, ku ji 200 car pirtir herêm hatiye topbaran û bombebaran kirin, di encamê de 3 sivîlên Efrînî birîndar bûne, herwiha leşkerekî artêşa Sûrî hatiye kuştin û 7 birindar bûne.
Tirkîye HRE û komên din yên ser bi HSD'ê ve wekî beşek ji Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û wan hemûyan wekî rêxistinên terorîst dide zanîn.
Hêjayî bîrxistinê ye ku li herêma Şehba ya gundewarê bakurê Helebê, tevî hêzên Kurdî anku Hêzên Rizgarîya Efrînê, artêşa Sûrî û çend bingehên hêzên Rûsî bicih dibin.