Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser: Bikaranîna Dolar bi Biryara Sîyasî ve Girêdayî Ye


Lîraya Sûrî di Tîrmehê de rêjeyeke bilind ji nirxê xwe winda kiriye.

Roja Duşemê di bazara veguherîna diravan de her dolarekî Amerîkî bi 13 hezar lîra bû, ku di dawîya meha borî de jêr asta 10 hezaran de bû.

Di vê derbarê de Hemdan El Ebd, Cîgirê Hevserokatîya Meclîsa Cîbicîkar di Rêvebirîya Xweser de ji Dengê Amerîka re ragihand ku bilindkirina mûçeyan di rojeva wan de ye, jiber ku nirxê lîraya Sûrî gelekî nizim bûye.

Wî herwiha dîyar kir ku mûçe bi nirxê veguherîna dolar ve girê bidin.

Wêne: AANES
Wêne: AANES

El Ebd Wî da zanîn ku derfeta Rêvebirîya Xweser ya danûstandina bi dolar heye, “Lê em naxwazin dolar yan diraveke bîyanî ya din bikar bînin. Ev mijareke sîyasî û niştimanî ye, jiber ku em beşek ji Sûrîyê ne û em hewl didin ku çareserîyeke sîyasî hebe.”

Tê zanîn ku herêma bakur rojhilata Sûrîyê bi çavkanîyên aborî zengîn e, bi tayebetî di warê petrol û çandinîyê de.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser balê dikşînin ku jiber şer û gefên Tirkîyê li ser herêmê, herwiha dorpêç û girtina dergehên sînor, karîna hilberîna van çav sînordar e.

Lê dîsa El-Ebd got ku derfetên pêjîyanê li herêma Rêvebirîyê ji herêmên din yên Sûrî baştir in, çi yên jêr kontrola rejîmê yan jî herêmên Tirkîyê dagîr kirine.

Wî dîyar kir ku Rêvebirîya Xweser hewl dide xwetêrkirina herêmê peyda bike, “Bi palpiştîya li çandinî û sewaldarîyê herwiha li jêderên petrolê, pêdivîyên jîyanî li herêmê tên dabîn kirin, îsal milyonek û 300 hezar ton genim ji cotkaran hate wergirtin, ew qasî xwetêrkirina du salan dike”.

Li gor raportên aborî piştî 12 salan ji şer, berhema giştî ya Sûrîyê (GDP) ji 60 milyar dolaran daketiye kêmtirî 20'an, herwiha ji sedî 90'ê rûniştvanan di binî asta hejartîyê de dijîn.

Sala 2020’an Amerîka toleyên Sîzer (Caesar Act) li ser rejîma Sûrî danîbûn. Ji wê demê ve nirxê lîrayê sal bi sal nizimtir dibe, ku vê yekê bandor li ser herêma Rêvebirîya Xweser jî kiriye, pisporên dibêjin.

Hemdan El Ebd got ku, her çiqas Rêvebirîya Amerîkî sala par herêmên bakur û rojhilata Sûrîyê ji van toleyan borandine, lê di pratîk de li ser erdê ti guhertin çênebûye.

“Em ji hevkaran anku Koalisyona Navnetewî û bi taybetî ji Amerîka dixwazin ku piştgirîyeke aborî pêşkêşî herêmê bikin, daku rewşa jîyanî baştir bibe, nemaze di sektorên av û elketrîkê de, pêdivî bi wan pir heye, herwiha kompanî jî dikarin berê xwe bidin herêma me û projeyan pêş bixin,” El Ebd daxwaz kir.

Hêjayî bîrxistinê ye ku berî şerê Sûrîyê sala 2011’an destpê bike, her dolareke Amerîkî dikir 50 lîrayên Sûrî.

XS
SM
MD
LG