Sîyaseta tirkîkirinê li bakur rojavayê Sûrîyê her ku diçe firehtir dibe, ku piştî deverên Kurdan wek Efrînê, êdî li ser Ereb û herêmên wan li gundewarên bakur û rojhilata Helebê jî, ev sîyaset pirtir pêk tê.
Li gor medyaya bi ser opozisyona Sûrî ve, berî çend rojan li bajarê Ezazê, navê cigîrê walîyê Kilis yê Tirk li baxçeyekî hatiye kirin. Ev yek bûye cihê nerazîbûna hin xelkên deverê.
Meha borî jî li bajarê Babê, biryar hatibû dayîn ku navên çend dibistanan ji Erebî bên guhertin û navên leşkerên artêşa Tirk lê bên kirin.
Rojnamevan Ahmed Qitmê dîyar kir ku ev çend sal in pêvajoya tirkîkirinê di her warê jîyanê de li van herêman tê ferz kirin.
“Pêşî ala Tirkiyê hate hildan, piştre dirava Tirkî hate bikar anîn, herwiha li dibistanan fêrbûn bûye bi zimanê Tirkî, her devereke Sûrî ya dagirkirî jî bi wîlayetên Tirkîyê ve hatin girêdan”, Qitmê got.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Tirkîyê di Tebaxa sala 2016an di bin navê operasyona “Mertala Feratê” de, destwerdana axa Sûrîyê kir û gundewarên bakur û rojhilata Helebê dagir kirin.
Siyasetvanê Kurd Cemal Elo îdîa kir ku ji destpêka şerê li Sûrîyê de Tirkîyê xwestiye tirkîkirinê li vê herêmê ferz bike, ku kemîneya Turkmen jibo vê mebestê bikar aniye
“Bi armanca cudakirina Kurdan ji hev, Turkmenek li kuderê ye Tirkîyê ew anîn û li vê herêmê kom kirin, di destpêkê de Ereb weke alav ji xwe re bikar anîn, lê dîsa jî Tirkîyê Ereban weke gef li ser xwe dibîne, çimkî dizane ew nexwedî erd e”.
Elo dîyar kir ku li van herêman ku bi navê Herêmên Şehba jî tê nas kirin, 210 gund, bajarok û civata Kurdan hene û serjimarîya wan 300 hezar kes pirtir e.
Herwiha wî da zanîn ku Tirkîyê pêşî Kurd dan koçber kirin ji van herêman û niha jî dixwaze rola Ereban kêm bike û bi temamî bixe jêr serwerîya Turkmenan.
“Jibo Ereban êdî xuya ye ku Tirkîyê jibo berjewendîya xwe tevdigere û li derveyî sînorê xwe projeyên wê hene, ku nexşeya sîyasî û cugrafî dixwaze biguhere, loma gefa vê yekê ne tenê li dijî Kurdan e lê li Eraban jî heye”.
Li ser helwesta gelê Ereb yê van herêman li hember pêvajoyên tirkîkirinê, rojnamevan Qitmê dibêje ku nerazîbûn derdikeve û bi dersînorkirina penaberên Sûrî ji Tirkîyê û nêzîkbûna Şam û Enqereyê ve zêde bûye.
Lê ew bawer nake ku ev helwest firehtir bibe yan veguhere serîhildanekê, “Xelkê van herêman bi siloganên olî hatine xapandin, weke em hemû bira ne û misliman in, loma zehmet e ew zû ji hev derxin kî dost e û kî dijmin e, herwiha Tirkîyê li van herêman serdest e û kî li hemberê derkeve dê berdêleke mezin bide”.
Çalakvanên Kurd Tirkîyê û komên çekdar herwiha rixistinên bi ser wê ve, bi guhertina demografîk li Efrînê tewanbar dikin, ku siyasetên tirkîkirinê li wir ji 5 salan de bi berfirehî tên meşandin, loma tirkîkirina li gundewarên bakur û rojhilata Helebê weke berdewamîya tiştê ku li Efrînê diqewime, tê dîtin.
Artêşa Tikr ji sala 2016an de 3 operasyonên leşekrî li bakurê Sûrîyê encam dane, ew îdîa dike ku hebûna wê li Sûrîyê li dijî “terorê” û jibo “parastina ewlekarîya netewî” ye. Di heman demê de rejîma Sûrî hebûna artêşa Tirk bi dagirkerî binav dike û daxwaza vekişîna wê dike.